Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, Goristana Xerzanê hate xerakirin.
Di 2’ê Çileya 2018’an de bi daxuyaniya walîtiyê hatibû gotin, zêdetirî 300 cenazeyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
Paşê hate zanîn ku cenazeyên hatine derxistin, li goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatine veşartin.
Piştî vê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, têkîldarî derxistina cenazeyan, miracaetî serdozgeriya Stenbolê kiribû û giliyê berpirsiyaran kiribû.
Lê dozgeriyê biryara neşopandinê dabû. Li ser vê, OHD’ê miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kiribû, lê AYM’ê heta niha ti biryar nedaye.
Endamê OHD’ê Parêzer Denîz Yildiz, anî ziman ku êdî rêza dewletê ji miriyan re jî tine ye û got; “Bêyî agahiya malbatan jê hebe, bi makîneyan goristan xera kirin. Li gorî îdîayê 282 cenaze li wir hebûne. Lê ew dibêjin, me 261 cenaze ji wir derxistine. Dema ku cenaze derxistin, heta demeke dirêj jî, ji me re negotin bê ka cenaze li ku derê ne. Ji malbatan re jî ti tişt negotin. Piştî van bêhuqûqiyan, me gilî kir. Lê ti bersiv nedane me. Heta niha ji 261 cenazeyan, 23 radestî malbatan hatine kirin. Ango cenazeyên ku pêwîst bû radestî malbatan werin kirin, di qutiyan de, di bin peyarêyeke 50 metrekare de veşartin. Ev hem li dijî huqûqê ye, hem jî di ti dîn û mezhebî de tine ye. Bi awayekî dijmirovî hatin veşartin.
Yildiz diyar kir ku bi demê re li gelek bajarên din jî êrişê gorên gerîlayên azadiya Kurdistanê hatiye kirin û got; “Bi vê re dixwazin civakê bitepisînin û çavê xelkê bitirsînin. Di du salên dawî de, li Mûş, Amed, Êlih û Wanê, goristan ji aliyê polês û leşkeran ve hatin parçekirin. Me niha miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye, lê bawer nakim tiştek jê derkeve. Wê weke doza Goristana Xerzanê, encam nerênî be û em ê miracaetî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bikin. Lê di hin rewşan de, em ji DMME’yê jî ti encamê nagirin. Sedema vê jî rewşa polîtîk, bendewarî û berjewendiyên di navbera welatan de ye. Lewma DMME, biryarên ku divê bide, nade”.
MA/WAN