Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Çekdar Gabar (Ferhat Acar) ê ku li herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin.

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Gabar di 29'ê Hezîranê de li herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin. Piştî ku testa xwînê ya malbatê lê hat, Serdozgeriya Komarê ya Geverê destûr da ku cenaze bê wergirtin.

Malbatê jî serê sibehê li gel polêsan li Goristana Bêkesan cenazeyê kurê xwe wergirt û bire navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê.

ANF/COLEMÊRG