- Dewleta Tirk cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan bi kargoyê şand ji malbata wî re. Berê jî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek bi rêya kargoyê ji malbata wî re şandibûn.
Dewleta Tirk a dagirker sala 2018’an li Çiyayê Sor a Dêrsimê êrişeke hewayî kiribû. Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan (Firaz Paramaz) di vê êrişê de şehîd bûbû. Serdozgerê dewleta Tirk ê Erzîncanê cenazeyê Aslan bi kargoyê ji Midûriyeta Emniyetê ya Erxeniyê re şand.
Malbata gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan 3 sal berê testa DNA’yê dabû û encama testê mehek berê eşkere bû. Piştî encama testê malbatê xwest cenaze werbigire bes rayedarên dewleta Tirk gotiye ew ê cenaze bişînin.
Malbatê cenaze veşart
Li gorî nûçeya Jinnewsê di 2’ê Tebaxê de Midûriyeta Emniyetê ya Erxeniyê telefonî malbatê kir û xwest bila werin cenaze werbigirin. Malbat dema ku çû Midûriyeta Emniyetê ya Erxeniyê hîn bû ku cenaze bi kargoyê hatiye şandin.
Malbatê cenaze wergirt û di 2’ê Tebaxê de li gundê Tilxizûr yê Erxeniyê cenaze veşart.
Di 10’ê Nîsana 2020’an de jî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ê ku 23’ê Gulana 2017’an li Girê Xelasor ê Dêrsimê şehîd bûbû, bi PTT Kargoyê re ji malbata wî re hatibû şandin.
Şerê taybet ê AKP-MHP’ê
Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê jî têkildarê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan (Firaz Paramaz) daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev polîtîkayek ê şerê taybet ê desthilata AKP-MHP’ê ye.
Daxuyaniya Komîteyê bi vî rengî ye: “Pêwîst e gelê me baş bizanibe, dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP’ê bin dikeve û ji ber ku vê binketina xwe hezim nake, her tim gorên xwebexşên gelê me dike hedef. Laşen cangoriyên me her tim ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj dike stratejiya şerê xwe yê teybet; bi salan li gel xwe digre û bi kargoyan dişîne ji malbatên me yên bi rûmet re. Ev yek destpêkê li ser hevrêyê me Egîd Îpek pêk anîn. Ruxmê ku malbata hevrêyê me Mahsûm Aslan testa xwe ya DNA’yê dabû, lê piştî 3 salan banî malbatê dikin û cenazeyê wî bi kargoyê dişînin ji malbatê re.
Her qad bikin qadên berxwedanê
Cenazeyên xwebexşên azadiya gelê me carnan bi kargoyan, pir caran jî ji gorên wan derdixin û dibin cihên nayên zanîn. Divê baş bê zanîn ku bê exlaqiyeke bi vî rengî ya dermirovî ku dewleta Tirk a qirker, dagirker û dijminê Kurd li hemberî nirxê herî pîroz ango şehîdên me yên qehreman pêk tîne, di esasê de ji tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin û êrîşên faşîzan yên li ser gelê me pêk tên ne qut e. Pêwîste ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin û ji rêzê neye dîtin. Ger gelê me dibêje çavreşên me yên leheng duh, îro û siberoja me ne, divê her qad bikin qadên berxwedan û xwedîderketina li şehîdan ku paşeroj û pêşeroja gelê me ne.
Em rûmeta xwe diparêzin
Di çarçoveya bangewaziya ‘Em rûmeta xwe diparêzin’ ya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê de bang li hemû gelê me dikin ku li hemberî wan polîtîkayên bê rûmetkirinê, em bi bilindkirina têokşînê rûmeta xwe biparêzin.”
AMED