• Sozdar Avesta: Divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bi tenê daxuyaniyan nemîne. Bi rê û rêbazên cuda, nû û afirîner dewam bike.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku 10 Cotmehê bi pêşengiya kesên navdar ên cîhanê, li zêdeyî 100 welatan hate destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.

Axaftina Sozdar Avesta bi vî rengî ye:

"Li ser navê tevgera me, ez her kesê ku beşdarî pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî' bûne, ya ku 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê li zêdeyî 100 deveran hate destpêkirin, her kesê keda wî tê de heye, bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşiyane, bi rêzdarî û hurmet silav dikim. Têkoşîna wan pîroz dikim. Destpêkirina vê pêngavê, encama têkoşîna Rêber Apo ye ku ev 50 sal in bê navber raber dike. Rêber Apo ji bo tevahiya gelên cîhanê, bi taybetî ji bo jinan kedeke mezin da. Ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Bi taybetî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tecrîd ewqas hat girankirin ku bi ti rengî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Ez vê berxwedana bi wate ya Rêber Apo silav dikim, hezkirin û rêzdariyên xwe radigihînim. 

Hêza paradîgmaya Rêber APO ye

Bi kampanyaya 10’ê Cotmehê re, gelên bindest, gelên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, jin û tevgerên ekolojîk azadiya xwe di fikr û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Ev hêza paradîgmaya Rêber Apo nîşan dide.

Rêber Apo êdî ne tenê lîderê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e, êdî lîderekî gerdûnî ye. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Bi vê kampanyayê divê êdî azadiya Rêber Apo teqez pêk were. Em vê yekê baş dibînin. Konfederalîzma demokratîk, yekîtiya gelan û neteweya demokratîk yekane çareserî ye ku dawî li pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên cîhanê bîne û qirkirina jinan bi dawî bike. Pêşengiya vê yekê jî Rêber Apo dike. Rêber Apo jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan kir. Eger, ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, 31 meh in bi ti rengî agahî jê nayê wergirtin û îro li cîhanê hemûyî ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn tê kirin, ev yek hêza paradîgmaya Rêbertiyê nîşan dide. 

Pêngav stratejîk e

Lewma dîroka kampanyaya 10’ê Cotmehê dest pê kir, pêngaveke girîng û stratejîk e. Divê di pêvajoyeke bi vî rengî de teqez em azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Piştî ku dostên gelê me ev kampanya dan destpêkirin, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê her roj daxuyaniyên piştgiriyê têne dayîn. Weke Tevgera Azadiyê em jî ev 25 sal in ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi rengekî bê hempa têdikoşin, me bi hezaran şehîd dan û berdêlên giran dan. Îro di vê pêvajoyê de ku em hatinê, em bawer dikin ku em ê têkoşînê bi ser bixînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Lewma ez bawer dikim ku gelê me, dostên me, hêzên sosyalîst û demokratîk, her kesê ku fikrên Rêber Apo û felsefeya wî ji bo xwe weke hêvî dibînin, wê tenê vê pêngavê bi daxuyaniyan nehêlin. Divê ev kampanya bi rê û rêbazên cuda, nû û afirêner dewam bike. Ev gelekî girîng e. Yên ku pêşengiyê ji kampanyayê re jî bikin, jin û ciwan in.

BEHDÎNAN