Seroka Desteya Rêveber a MSD´ê Îlham Ehmed li Reqayê bal bire ser pêwîstiya yekkirina nihêrînên aliyên Sûriyê ji bo çareserkirina krîzê û got, "Divê em li benda çareseriyên hêzên navneteweyî nemînin." 

Îlham Ehmed di Komxebata Şêwrê ya Reqayê de ku li Reqayê bi beşdariya bi dehan siyasetvan û hiqûqnasan pêk tê, axivî.

Piştî axaftina destpêkê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û endama rêveber a komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokrat Îlham Ehmed, beşa yekemîn a li ser bûyerên siyasî û giringiya çareya siyasî şirove kirin.

Îlham Ehmed got, "Em dixwazin li ser hin bûyerên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyê nîqaş bikin. Lê beriya wê, ji sal û nîvekê ve çalakiyên komîteya amadekar ên lidarxistina vê kongreyê hebûn.

Destwerdanên derve li Sûriyê êdî li pêş çareseriya siyasî ya li Sûriyê astengî ne, bi wê re diviyabû em li hev bikin û vê kongreyê li dar bixin û gelek hevdîtinan li dar bixin. Heta niha em tê gihîştin ku rêjeya mezin a xelkê Sûriyê li ser çareya siyasî li Sûriyê li hev kirine. Lê ev deng, bê deng in, divê em van dengan kom bikin, bikin yek û ber bi guhertinê ve bibin da ku hegemonyaya li Sûriyê bi dawî bikin."

 

Pêvajoyên siyasî rawestiyan 

Îlham Ehmed bal bire ser hêzên demokratîk ên lihevkirî û got: "Lê destek ji van hêzan re divê, dema ew hêz hatin komkirin, rewşeke nû ji Sûriyan re wê were avakirin."

Îlham Ehmed îşaret bi xebata siyasî ya li Sûriyê kir û got, "Piştî şerê li Ukrayna, civînên li Tehran, hevdîtina Pûtîn û Erdogan rawestîn, heta xebata komîteya destûrê jî rawestî. Bi wê re mijara xebata siyasî bi dawî bû û em ne li bendê ne ku ti tişt biqewime yan jî ev destpêka qonaxeke nû be. Li pêş xelkê Sûriyê ji bo destpêkirina qonaxeke nû dûrî bandorên hêzên derve, şensekî mezin heye. Ez texmîn dikim ku me gelek şens ji dest dan."

 

Xema dewleta Tirk tenê Rêveberiya Xweser e

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji bo rewşa navneteweyî nakokî di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, li herêma Rojhilata Navîn hene û dê şerê li Ukraynayê jî bibe xala veguherînê ku bandorek li tevahî dewletên cîhanê kir, mîna dozên herêmî, siyasî û leşkerî.

Têkildarî civîna Madrîdê Îlham Ehmed ev tişt anî ziman: "Civîna Madrîdê civîneke girîng bû, bi rêya wê NATO´yê xwest endamên xwe zêde bike û siyaseta xwe li ser cîhanê ferz bike û li hember Çîn, Rûsya û Îranê bisekine. Nêrînên dewleta Tirk jî cuda bûn, lê berçav nehatin girtin, ji ber xema wê ya yakane Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

 

Nêzîkbûna Şam û Enqerê

ne li xêra xelkê Sûriyê ye

Di dewamê de Îlham Ehmed got, "Civîna Tehranê girîng bû. Rewşa Sûriyê jî li tevahî civînên navneteweyî tê nîqaşkirin. Di wan civînan de hîvî dikin ku sîstemeke siyasî li Sûriyê were xêzkirin, da ku Rojhilata Navîn were kontrolkirin. Lê em xelkê Sûriyê jî di van civînan de tine ne.

Me di civînên Astanayê de dît ku komîteya destûrê hate sekinandin û cihê civînê hate guherandin. Ev yek tê wateya xebata komîteya destûrê bi dawî bû. Nêzîkbûna di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de, dê li zirara gelê Sûriyê be.

Kiryarên dewleta Tirk bi rêya komên terorîst kirine, dihêle em li ti nêzîkbûnên bi Tirkiyê re nefikirin. Li pêş van nêzîkbûnan astengî hene, şertên rejîmê niha asteng in. Li gorî Tirkiyê, gelê Sûriyê ne xema wê ye, lê belê dosyaya koçberan bi kar tîne û bi vê jî gelek pere wergirtin.

Em xelkê Sûriyê, dikarin çarenûsa xwe diyar bikin, heger em li ser siberoja Sûriyê ya nû li hev bikin. Lê heger em li benda hêzên derve bimînin, ne pêkan e em Sûriyê û gelê wê rizgar bikin.

Ev rûniştin şensekî bingehîn e û tiştekî li ser civaka navneteweyî û raya giştî ya Sûriyê ferz dike, û bi yekdengî em dibêjin, êdî bes ji şer û parçebûnê re. Krîz krîzeke navneteweyî ye û divê em hişmend bifikirin û têkiliyên xwe xurt bikin."

 

Îro jî dewam dike

Komxebat li Hola Mişwar a Reqayê li dar dikeve, 50 delegeyên ji partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl beşdar in. Di komxebatê de 3 mijarên sereke tên nîqaşkirin û ew jî "rewşa siyasî bi giştî", "girîngiya nenavendîbûnê" û "nasnameya neteweyî" ne. 

ANHA/REQA