Çar filman li Hamburgê xelat girt

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 04:24

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ya 12’an bi nîşandana filma "Tiraşa dibistanê" bi dawî bû. Ev film li ser navendên asîmîlekirina zarokên Kurdan, dibistanên qişleyî yên dewleta Tirk YÎBO’yan e. 

Festîvalê weke mijara îsal ‘Li 4 parçeyên Kurdistanê yek sînema’ diyar kiribû û Bakur, Başur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bêhtirî 40 filman ji 28’ê Cotmehê heta 3’yê Mijdarê nîşan dan.

Komîteya festîvalê îsal cara pêşî xelatên jurî û xaletên taybet ên juriyê di beşa kurtefilman de jî dan û ji van 26 kurte film bûn.

Di festîvalê de 5 rojan li Zeise Kino, Kino 3001 û Mut! Theaterê bêhtirî 40 filman hatin nîşandan.   

Filma Pele ya derhêner Shoresh Vakili hêjayî xelata filma herî baş hat dîtin. Film behsa xizmetkarekî paqijiyê yê li holeke sînemayê dike ku berê leşker bû.

Filma Quarantine a derhêner Mohammed Reza Ardalan hêjayî filma herî serketî ya duyem hat dîtin.

Filma anîmasyon Cudiya Miradan a derhêner Semiha Yildiz jî bû sêyemîna festîvalê. 

Weke derhênereke siberojê wê serketî be, Evîn Berazî ji bo kurtefilma xwe Starting Over xelata taybet a juriyê wergirt.

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.