
- Piştî Şoreşa Rojava ku di ser re 14 sal bihurîn, di warê çand û hunerê de jî pêşketin çêbûn. Ev pêşketinên çandî û hunerî bûn havênê şoreşê û bi saya xebatên hunerî Şoreşa Rojava bêhtir hat dîtin û bihîstin.
Di ser 19ê Tîrmeha sala 2012an de 14 sal derbas bûn. Şoreşa Rojava di nav 14 salan de li Rojava û gelek herêmên li Suriyeyê gelek nirx afirandin. Yek ji van qadên berbiçav jî bêguman qada çand û hunerî ya ku bi her aliyên xwe ve li ser nirx û hebûna çanda kurdî û gelên li ser wê axa dijîn, hatiye avakirin.
Em dêhna xwe bidin gelek saziyên ji bo çand û hunerê yên wek ‘Sine Jin Rojava’, ‘Hîlala Zêrîn’, ‘Hunergeha Berçem’, ‘Hunergeha Welat’, ‘Pargîn’ û hwd ji bo berdewamî, parastin û pêşeroja çandên qedîm ên Rojava li bajarên cur bi cur hatin avakirin.
Di hefteya salvegera Şoreşa Rojava de yek ji hunermendê Tev-Çandê Delîl Mîrsaz têkildarî pêşketinên li qada çand û hunerî yên piştî Şoreşa Rojava axivî û bal kişand ser xalên girîng.
Salên dûr û dirêj ên di bin zordariyê de
Stranbêj di Delîl Mîrsaz destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku 19ê Tîrmehê di dîroka gelê kurd bi giştî û di dîroka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi taybetî weke roja vejînê tê hesabkirin û ev tişt got: “Pîrozkirina roja vejînê ji bo me tê wateya azadiyê. Gelê ku li Suriyeyê dijîn, salên dûr û dirêj di bin nîrê zordariyê de êşên mezin kişandin. Di hemû waran de qedexe serwer bû, di warê çandî de jî, weke darekê tu bi salan avê li ser bibirî hişk û zuha bibû. Çawa li her çar perçeyên Kurdistanê dagirkeran nefes li çanda kurdî birîbû, li Rojava jî bi hemû awayî çanda me hatibû qedexekirin. Bi salan kalandina dengbêjan di gewriya wan de hatibû gîrûdekirin. Liv û tevgera govendgêran hatibû çilmisandin, perîkên destê wênekêşan hêsirên xwînî dirijandin. Hestên helbestvanan miçiqandibûn, gixik û kenê ser lêvê zarokan jî dabûn jibîrkirin. Gelek hunermend bi hesreta bikaribin ji dil stranekê bêjin, çûn ser dilovaniya xwe. Gelek dengbêj ji bo bikaribin bi serbestî serhatiyên welatê xwe vebêjin, dev ji jiyanê berdan. Lewma em dikarin bêjîn 19 tîrmehê ji bo gelê me roja vejînê û jidayîkbûnê ye.”
Pergaleke nû di navbera gelan de ava bû
Di berdewama axaftina xwe de stranbêj Delîl Mîrsaz bal kişand ser pêvajoya li Rojava ya çand û hunerê ya ji sala 2012an û vir ve û wiha bi lêv kir: “Piştî 19 tîrmehê rojek nû li welat bişkivî. Vê geşbûnê bi xwe re pergaleke nû û her wisa gelek rengên nû dane afirandin. Mînak ji bo çand û hunera kurdan li Suriyeyê her tişt qedexe bû. Geşbûna ku çêbû rengê xwe da çanda gelên cîran jî weke ereb-ermen-suryan-çerkes-turkmen û di warê çandî de, geşbûneke nû ava kir. Her wisa pergala kû hatiye avakirin, kete xizmeta çand û hunera hemû pêkhateyên herêmê. Di encama wê de, gelek berhemên hunerî yên hevbeş hatin çêkirin. Vê pergala nû weke ruh jî di navbera van gelan de, pêwendiyeke xweşik ava kir, van pêkhatiyên ku di navbera wan de nakokî û fitne hatibû çêkirin û nedikarîn werin ba hev civatekê bigerînin, wisa lêhat ku hemû werin cem hev û bi hev re berhemên hunerî yên gelek baş çêbikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piranî pêkhateyan nedixwestin bi gelê ereb re bên cem hev û berhemên xwe yên hunerî çêbikin, ji ber ku zor û sîtema bi salan meşiyabû, di dilê gelan de kîneke reş dabû avakirin. Vê pergala nû ew kîna reş ji dilê gelan derxist û ew dane bawerkirin ku dikarin bi hev re bijîn û bi hev re stranan bibêjin. Her wisa hemû pêkhateyan li bajaran saziyên xwe avakirin û kar û xebatên xwe yên çandî jî serbest bi rê ve birin. Di dawiyê de weke guldankeke rengîn lêhat û her der bi xwe re geş kir.’’
Hikûmeta nû ji çand û hunera cuda hez nake
Delîl Mîrsaz bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê ya di qada çand û hunerî de û diyar kir ku meseleya entegrasyonê hê bi temamî bi cih nebûye û mirov nikare niha li ser tiştekÎ bêje û wiha gotinên xwe domandin: “Lê em bixwazin nexwazin jî, di qonaxa yekem de wê aliyê neyînî zêdetir bin. Hukûmeta ku hatiye avakirin di hişmendiya xwe de ne vekirî ye, eger ew bixwaze jî wê nikaribe bi awayekî vekirî destekê bide çanda gelan. Em dizanin ku di hişmendiya wan de, hîn jî huner û muzîk qedexe ne. Tiştê ku mirov dikare bibêje, bi nêrîna min ev yeka hanê li ser rewşa kurdan dimîne eger kurd hevgirtî û jêhatî bin, wê aliyê erênî gelek li pêş be, eger berevajî vê yekê be, wê rewşa çand û hunerê jî gelek neyînî bimîne. Tişta ku niha xuya dike kurd zêde ne hevgirtî ne, mixabin aliyê siyasî li Rojava ne bi yek biryarê ye.”
Rexneyek li ser hunermendên kurd
Di dawiya axaftina xwe de hunermendê Tev Çandê Delîl Mîrsaz destnîşan kir ku her çiqas di van salên dawî de, hunera kurdî bi pêş ketibe û li tevahî cîhanê hatibe naskirin jî xelekeke wê ya kêm heye û wiha pê de çû: “Ew xeleka kêm pêwendiya di navbera hunermendan de ye. Her çiqas em dibînin ku hunermendên kurd li her derê bi hev re karan bikin jî, lê bi nêrîna min di asta tê xwestin de, kar nayê kirin. Mînak hunermend weke hunermend tevnager in, hunermend hîn jî weke gundiyan bi hev re danûstandinê dikin. Hunermend dikarin dinyayê bihejînîn, lê mixabin hunermendên me gelek seranser in û di warê helwestê de gelek lawaz û teng in. Li aliyekî din hunermendên me yên kurd, berjewendiyên xwe yê kesayetî dixin pêşiya berjewendiyên giştî yên hunerê û welatparêziyê. Eger hunermendên kurd vê rewşê derbas nekin, wê encameke gelek neyînî were pêşberî me. Ez hêvî dikim ku hunermendên kurd beriya her tiştî xwedî li huner, welat û çanda xwe derbikevin. Di roja îro de, ji her demê bêhtir derfet hene û ji her demê zêdetir ezmûn hene. Eger hevgirtî tevbigerin wê serkeftin para kurdan be.”
NAVENDA NÛÇEYAN







