Tîmên Bersivdanê yên YPS´ê ragihand ku di çarçoveya ‘’Li dijî mêtingeriyê û noker-sîxûran pêngava tolhildanê’’ de ji bo bibîranîna Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê wan rêze çalakî kirine.
Li gorî vê 10’ê Tebaxê êvarkî li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê li dijî midûrtiya zabita çalakî kirine: ‘’Hin ji noker û rêveberên hevkarên AKP’ê û MHP’ê ku bi tirsekê reviyane, birîndar bûne.’’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku eynî rojê, ‘’Maşîna endamê meclîsa AKP’ê Izettîn Çîftçî hatiye şewitandin. Wesayit bi temamî rûxiyaye.’’
Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li dijî Ulkerê jî hat gotin: ‘’8’ê Tebaxê li Herêma Sinayî ya Organîze ya Mêrsînê, li dijî yek ji mezintirîn qaseyên zad-pere yên dewletê Ulkerê, li dijî depoya zad a lojîstik a zincîra markêtên Şok çalakî hatiye kirin. Di encama çalakiyê de depoya lojîstîkê bi temamî şewitiye.’’
Her wiha hate gotin, 8’ê Tebaxê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Kuçeya 15’an a Taxa Şehîdlikê bombe avêtine mala ‘noker’ê bi navê R.K. Tîman got ,’’Em hişyar dikin! Em ê kesên wiha efû nekin û miletê me, van kesan li devera ku ew dîtin, bila teşhîr bikin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN