Tîma YPS'ê li Stenbolê li dijî polîsan çalakiya sabotajê kir.
Tîma Bersivdanê ya YPS'ê ya Şehîd Mazlûm Tekdag ragihand, ku di çarçoveya "Pêngava azadiyê" de li Stenbolê li dijî polîsên ku kontrola rê dikirin, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Tîmê 15'ê Çile êvarî saet li 19:00 li Arnavûtkoy a Stenbolê, li dijî polîsên ku kontrola rê dikirin, bi bombeyê çalakiya sabotajê kir. Piştî çalakiyê 3 ambûlans hatine qadê û birîndar rakirine."
Yekîneyên Jinên Tîrêjên Rojê jî ragihandin ku li Bûrsa, Tekîrdag, Stenbol, Edîrne, Kocaelî û Sakaryayê gelek çalakiyên şewitandinê li dar xistine.
Li gorî daxuyaniya Jinên Tîrêjên Rojê di navbera 13 û 16'ê Çileyê de li Yenîşehîr a Bûrsayê, febrîqeyeke mobîlya ya faşîstên AKP'î û sê wesayitên luks ên febrîqeyê, li Mûratli ya Tekîrdagê, febrîqeya dendikan a karsazekî MHP'î û du wesayitên febrîqeyê, li Tûzla ya Stenbolê, 4 wesayitên Ocaxên Neteweperestan ku hêzeke paramîlîter a nijadperest e, hatin şewitandin. Li Ûzûnkopru ya Edîrneyê, depoyeke mezin a marketên AKP'ê BÎM, li Şîle ya Stenbolê, 'du malên fûhûşê yên hatin tespîtkirin' hatin şewitandin. Li Derînce ya Kocaeliyê, febrîqeyeke malzemeyên paqijiyê ya karsazekî AKP'î û li Sapanca ya Sakaryayê depoyeke marketeke faşîstên AKP'î hate şewitandin."
NAVENDA NÛÇEYAN