Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku wan li xaçerêya Hasdalê ya otobana Bakurê Marmarayê ya Stenbolê, çalakiyek kiriye û rê li çûnûhatinê girtiye.
Milîsên HBDH’ê got, di çarçoveya pêngava ‘Bi pêş ve biçe’ de 28’ê Îlonê saet 23.00’an wan ev çalakî kiriye.
HBDH´yê li ser mijarê got, “Her du şerîdên rê yên otobanê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin û fîşekên hewayî hatin girtin. Li ser xaçerêkê pankarta bi bombe hate daliqandin. Ji ber kesên nenas gule li qada çalakiyê reşandine, hêzên me jî gule li van kesan reşandin. Piştî şerekî kurt hêzên me bi selametî ji qadê derketine.
Em ê bi vê pêngava xwe, pergala êrişên faşîst ên li ser Kurdistan û gelên Tirkiyeyê hilweşînin, Kurdistaneke azad û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN