Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 159 roj li pey xwe hiştin. Tevî gefên kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî bi awayên cuda raperîna xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Di heman demê piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê jî roj bi roj zêde dibe.
Fuad Fedîm hate bibîranîn
Li Îranê çalakiyên cûda hatin lidarxistin, li gelek cihên giştî dirûşme li ser dîwaran hatin nivîsandin, ciwanan li kolanan agir pêxist û li dijî desthilatê nerazîbûna xwe anî ziman.
Li gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kesên teqawîdbûyî li dijî rewşa xirab a jiyanê, çalakî lidarxistin. Li bajarê Dîwaniye yê Rojhilatê Kurdistanê Fuad Fedîm ê ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin, hate bibîranîn. Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Şehîd namirin’ hatin gotin.
Li Îlamê karkeran ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin.
2 sal zindan, 200 saet Quran
Li bajarê Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta dijî asayîşa welat derketiye, dadgehê 2 sal ceza li xwendevana jin a bi navê Nîgar Dawidî birrî. Herwiha dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derve jî li Nîgar Dawidî birrî. Ji bilî van cezayan, salek karkirina bê beramber ji bo Fermangeha Xizmeta Civakê û 200 saet fêrbûna quranê weke ceza li Nîgar hate birrîn.
Bila Supayê Pasdaran terorîst bê nasîn
Bi hezaran kes li Belçîkayê li ber derê Konseya Ewrupayê kombûn û xwestin Supayê Pasdaran bi fermî weke rêxistinek terorîst were nasîn. Li gelek welatên din jî çalakiyên piştevaniyê hebûn.
NAVENDA NÛÇEYAN