Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî berpirsê MÎT’ê yê Hewlêrê Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û kesên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Remezan hatibûn kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi hinceta vê êrişê, hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 59’yan de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe. Tevî gelek bangan jî heya niha rayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedane.
Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe:“Rêveberiya girtîgehê, ev 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin, ‘li nexweşxaneyê bijîşk tine ne û derman tine ne.’ Em terkî mirinê kirine. Abdûrrahman 20 kîlo li xwe kêm kirine. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag da zanîn ku wî jî 10 kîlo li xwe kêm kirine û nikare zêde biaxive.
NAVENDA NÛÇEYAN