• Dr. Haşim Zêbarî: ‘’Mixabin hinek hizbên siyasî bûne dardestê rejîma Tirk û alîkariya dagirkeriyê dikin. Ji ber ku PKK heye, Tirkiye nikare li ser Başûrê Kurdistanê bibe serwer. Îro dû xet hene, xeta azadîxwaziyê û ya xiyanetê.’’

ÎDRÎS KARA

Mamostayê Zanîngeha Dihokê Dr. Haşim Zêbarî derbarê armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên çekdarên PDK’ê yên li ser gerîla, ji rojnameya me re axivî.

‘Ev nêrînek gelek şaş e’

Dr. Haşim Zêbarî îşaret bi hin aliyên siyasî dike ku dagirkeriya dewleta Tirk bi hebûna gerîlayên PKK’ê ve girêdidin û li ser vê yekê dibêje; “Mixabin, wisan dihizirin. Lê ev nêrînek gelek şaş e. Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike, dewleta faşîst li Bakurê Efrîqa, Azerbeycan û Suriyeyê xwedî pîlan û projeyên berfireh in. Dixwaze pîlanên xwe di sedsaliya peymana Lozanê de, temam bike.

Piştî derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê, dewleta Tirk ji bo veşartina pirsgirêkên navxweyî, projeyek amade kiriye. Bi taybet niha li Tirkiyeyê pêlek faşîzmê dest pê kiriye, ev jî bi serkêşiya AKP û MHP’ê pêk tê. Çanda tundûtujiyê di nava Tirkan de heye, li gorî wan her devera ku ew dagir bikin, ji bo xwe serkeftinek mezin dibînin.”

Dixwest Şengal jî dagir bike

Haşim Zêbarî di dewamê de qala armanca sereke ya dagirkeriya Tirk dike û wiha dipeyive; “Dagirkerî xewna faşîzma Tirk e, dixwazin dewleta Osmanî nû bikin. Di rastiyê de dixwaze Rojhilata Navîn bixe bin serweriya xwe de. Ji bo vê jî li welatên herêmê bi rêya derxistina pirsgirêkan, dixwaze bigihe armanca xwe. Weke Sûriye, heya niha jî nehiştiye di nava gelên Sûriyeyê de projeyek nîştimanî were avakirin. Tirkiye asteng e û naxwaza qeyrana li Suriyeyê çareser bibe. Naxwaze welat ber bi demokratîkbûnê ve biçe, ji xwe bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ev yek hîn baştir ispat bû.

Dewleta Tirk piştî Efrînê dixwest Şengal jî dagir bike, bi hêceta PKK’ê dixwaze niha Kerkûk û Musilê dagir bike. Mixabin Hikumeta Herêma Kurdistan û desthilat naxwazin vê metirsiyê bibînin.’’

‘Tenê PKK heye’

Zêbarî li ser daxuyaniyên rayedarên Hikumetê yên ku dibêjin, ‘hêceta êrişan PKK ye’ jî got; “Divê bizanin, yê ku li hemberî pîlanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê disekine, tenê PKK ye. Mixabin hinek hizbên siyasî bûne dardestê rejîma Tirk û alîkariya dagirkeriyê dikin. Ji ber ku PKK heye, Tirkiye nikare li ser Başûrê Kurdistanê bibe serwer. Îro dû xet hene, xeta azadîxwaziyê û ya xiyanetê. Mixabin hinek partiyên siyasî ketine xeta xiyanetê û hevkariya dagirkeran dike. PKK naxwaze partiyên Başûr bikevin xeta xiyanetê. Gelê me yê Başûr jî êdî dibîne, armanca Tirkiyeyê ne PKK ye. Lê hinek aliyên siyasî ji ber berjwendiyên xwe yên aborî û siyasî yên bi Erdoxan re, naxwazin vê rastiyê bibînin. Ji ber vê jî hikumet rastiyê ji gelê Başûr vedişêrin û nahêlin gel hemberî gefên Tirkiyeyê hişyar bin.”

Pîlana Tirkiyeyê ye

Dr. Haşim Zêbarî behsa êrişên çekdarên PDK’ê yên li ser gerîla jî kir û wiha pêde çû; “PKK bi ti awayek naxwaze şerê birakujiyê çêbibe, ji ber vê jî gelek hestiyar tevdigere. Bûyera şehîdbûna pêşmergeyan ya li Metînayê jî, pîlana Tirkan bû. Tirkiye bi van hewldanan dixwaze PKK li hemberî pêşmergeyan şer bike, lê heya niha bi ser neketiye. Bûyera li Xelîfan ya 3 gerîlayan jî pîlanek dewleta Tirk e. Tirkiye bi vê dixwaze şer derbixe. PKK gelek bi aqilane tevdigere. Lê hinek di nava hêzên pêşmergeyan de, dixwazin vê rewşê bikarbînin.”

‘Dixwazin YNK’ê jî bixin nav şer re’

Herî dawî mamostayê Zanîngeha Dihokê Dr. Haşim Zêbarî balkêşa ser tevlîheviya di nava rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê de û got; “8’ê Tîrmehê komployek qirêj ya navnetewî bû. Tirkiye bi xwe di nav de cih digre, dixwazin YNK’ê jî bixin nav pîlanên xwe yên qirêj. Taybet dixwazin YNK’ê jî bibin ser xeta PDK’ê û neçar bikin pêşmergeyên YNK’ê jî bixin nav pêşmergeyên Wezareta Pêşmergeyan. Yanî dixwazin hemû kom bikin û dijî Qendîl biryara şer bidin. Xeteriya 8’ê Tîrmehê ev bû, di rastiyê de pirsgirêk ne Lahor Şêx Cengî bû. Pîlanek dijî Qendîlê ye, divê gelê me yê Başûr erkek erênî bilîze. Pêwîst e YNK nekeve bin serweriya PDK’ê de, xelkê Başûr êdî dizane armanca dewleta ne Qendîl, hemû Başûr e. Ji bo vê pêwîste li Başûr helwestek netewî derbikeve holê.”