HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên di sala 2017’an de şehîd bûbûn eşkere kir û got, “Hevrêyên me bûn temînata paşeroja azad a gelê me, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de wê timî bêne bibîranîn û pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 gerîlayên di sala 2017’an de şehîd bûn eşkere kir. Wê got, “Sala 2017’an dijmin îmha ferz dikir û li hemberî vê yekê jî milîtanên Apoyî bi îradeyeke mezin şer kirin, hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Guevera li cihê xwe, heta dawiyê milîtaniya PKK’ê temsîl kirin û li ber êrişên dijmin rabûn. Hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Gûevera sala 2017’an di dem û cihên cuda de di êrişên dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me bûn temînata paşeroja azad a gelê me, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de wê timî bêne bibîranîn û pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.
Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Gûevera re û ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:
Dilşad Gever (Dogan Yaşar) ê li Nînova hatiye dinê, kurê Mihriye û Suleyman, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Qehreman Amanos (Elî Hesen) ê li Amûdê ji dayik bûye, kurê Xezal û Hezen, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Egîd Zîlan (Samî Înan) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Fatma û Zekeriya, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Agir Erdexan (Bûrak Olmez) ê li Erdexanê hatiye dinê, kurê Gulsen û Dûrmûş, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Nûman Amed (Selîm Esmer) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Hanim û Ziya, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Che Guevera (Şehmûs Aydin) ê li Mêrdînê hatiye dinê, kurê Esma û Mehmet, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN