Bûn hinceta tolhildanê

Sêşem 28 Sibat 2023 - 01:08

  • HPG´ê 6 gerîlayên sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anîn û got, “Em soz didin ku armanca hevrêyên xwe yên şehîd Gulan, Sorxwîn, Adir, Egîd, Îsyan û Reşîd pêk bînin û tola wan hilînin.”

HPG'ê nasnameya gerîlayên di sala 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Van hevrêyên me yên fedaî bi şehadeta xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê li pey xwe hişt û ji bo gelê me û hevrêyan bûn hinceta tolhildanê."

Di dewama daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha tê gotin;

"Sala 2017'an ku li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî hate kirin û derbên giran li dewleta Tirk a qirker hate xistin, li ser xeta fedaîtiyê ya şehîdên me yên leheng bû saleke girîng a berxwedanê ya dîroka me. Hevrêyên me Gulan, Sorxwîn, Adir, Egîd, Îsyan û Reşîd ku pêşengî ji vê berxwedana destanî re kirin, di êrişên dijmin de şehîd bûn. Em soz didin ku armanca hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin û tola wan hilînin. Bila serê malbatên hêja yên van şehîdan û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de van agahiyan dide;

Hevrêya me Gulan ku li Qoserê ji dayik bû. Sala 2015'an weke jineke Kurd a ciwan a ji kevneşopiya berxwedanê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me beşdarî nava Hêzên Taybet bû, bi vî rengî meşa xwe ya şoreşgerî xurtir kir û di demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak a pêşenga jiyanê û şer. 

Hevrêya me Sorxwîn li navçeya Mîdyadê ya ser bi Mêrdînê ji dayik bû. Li hemberî êrişên tinekirinê yên sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Li ser xeta PKK û PAJK'ê kûr bû, timî dixwend û ji xwe re dikir esas ku tevlîbûneke xurt pêk bîne. Li her qada ku lê ma, weke milîtaneke mînak a Tevgera Azadiya Jinê tevlî nava jiyanê bû, pêşengî kir. 

Hevrêya me Adir li navçeya Solxan a Çewlikê ji dayik bû. Di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla asta xwe ya hişmendiyê timî zêde kir, li ser xeta PKK û PAJK'ê bû milîtaneke mînak. Taybetmendiya wê ya pêşengiyê her li pêş bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Hevrêyê me Egîd jî li bajarê Kirmanşan ê Kurdistanê li nava malbateke dilsozê çanda Yarsanî ji dayik bû. Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo tevlîbûneke xurt beşdarî nava Hêzên Taybet bû, pratîka şoreşgerî bi serketî dewam kir. Li gel qada îdeolojîk li qada leşkerî jî bû gerîlayekî şareza û fermandarekî pêşeng. 

Hevrêyê me Îsyan jî di nava malbatek welatparêz ya herêma Serhedê mezin bû. Sala 2014’an li çiyayên azad ên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bû. Li ser esasê zindîkirina dirûşmeya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad, tevlî Hêzên Taybet bû. Perwerdeyên ku dîtine bi serkeftî qedand û bi awayek xurt xistiye nava pratîkê.

Hevrêyê me Reşîd di nava malbatek welatparêz de jidayik bû, ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker neçar man koçî Mêrsînê bikin. Sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Bilez pêş ket û bi awayek fedayî tevlî xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bû. Li ser xeta şehîdên me yên nemir bi fedayiyane jiya û şer kir."

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne;

Gulan Dîren (Evîn Oztûrk), li Mêrdînê ji dayik bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Sorxwîn Aram (Medîne Unvar), li Mêrdînê ji dayik bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Adir Azad (Gulbahar Seçkîn), li Çewligê ji dayik bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Egîd Gabar (Yasir Mehmûdî Nasirbadî), li Kirmanşan ji dayik bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Îsyan Brûsk (Azad Tûran), li Mûşê ji dayik bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Reşîd Andok (Husamettîn Ergîn), li Mêrsînê ji dayik bûye, 4’ê Îlona 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.