• RAJIN û rojnamevanên li wargeha penaberan a Mexmûrê, di 7’êmîn salvegera şahadeta xwe de Denîz Firat bi bîr anî.

 

Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) têkildarî salvegera 7’an a şehadeta rojnamevan Denîz Firat daxuyaniyek da. Her wiha rojnamevanan li wargeha penaberan ya Mexmûrê, şehîd Deniz Firat bi bîr anî.

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye: “Hevrê Denîz, bi pênûs, dîmen û kişandina wêneyan bi qasî bû deng û rengê serpêhatiya gerîlayên Kurdistanê, ewqasî jî bi jiyan û çîroka xwe bû parçeyekî ji wan serpêhatiyan.

Heval Deniz li qadên tekoşînê yê herî zor û zehmet ked û hewldanekî mezin pêşxist. Her wiha di jiyana xwe de, bû temsîlkara vê rastiyê. Di roja îro de jî çapemeniya jina Kurd û kevneşopiya wê, xwe li ser ked û hîmê rastiya van şehîdên mezin ava kir û xwe mezin dike. Ji bo em li ser mîrasa Gurbeteli Ersoz, Denîz, Nûjiyan, Sarye, Şîlan û bi dehan hevrêyên din bibin dengê qêrîna her jineke tekoşer, xwe bi rêxistin dikin. Ji ber sekna rêheval Denîz, ji bo me îsrara rastî anîna ziman û domandina gera li heqîqetê îfade dike. Em weke hevalên di şopa wan de, îro ji bo rastî di tariyê de nemînin, ji bo heqîqeta jina berxwedêr bê jiyîn û jiyan kirin têdikoşîn. Xwedî li ked û xeta lêgerînvanên heqîqetê derketin, dikare bi vê biryardarî û îdîaya tekoşînê wateya jiyana azad mezin bike.”

Li Mexmûrê bibîranîn

Wekî din doh Denîz Firat li wargeha penaberan ya Mexmûrê ji aliyê rojnamevanan ve hate bibîranîn. Di merasîma bîranên de daxuyaniyek li ser navê rojnamevanan, ji aliyê rojnamevan Mizgîn Orhan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “8’ê Tebaxa 2014’an rêhevala me ya rojnamevan Denîz Firat ku êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopand, hat şehîd xistin. Tê zanîn ku rojnamevantî bi xwe ketina nav lêgerînên heqîqetê û bûyîna şervanê heqîqetê ye. Rêheval Denîz jî him bi kesayeta xwe him bi lêpirsînên xwe yên jiyanê ku wê ber bi têkoşîna azadiyê ve bir, vê rastiyê ji dil de jiyan dikir. Ji ber wê bi kesayeta xwe ya dil nizm, têkoşer û welatparêziya xwe ji me re bû çavkaniya hêz, mînak û morala herî mezin a bûyîna lêgerînerê heqîqetê. Rêhevala me rojnamevan û şoreşger Şehît Denîz bi keda xwe ya giranbuha, bi pênus û dîmenên xwe bû yek ji şervanên heqîqetê ku di oxira lêgerînên azadiyê de heya dawiyê têkoşîn kir û rastiyê ji mirovahiya pêşverû re ragihand.

Em carekê din di 7’êmîn salvegera şahadeta rêheval Denîz Firat de, tevahî şehîdên xeta ragihandina azad, tevahî şehîd û şervanên heqîqetê bi rêz û bi minnetdarî bibîr tînin. Soza xwe ya li ser şopa heqîqetê bilindkirina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan dûbare dikin.”

Piştî daxuyanî hate xwendin, dayîka Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan jî axivî. Yildiztan got; “Di rojek wiha de şehadeta her dû keçên min ji bo malbatê êşeke pir mezin e, lê heman demê ji bo me serbilindî û rûmete jî.”

 NAVENDA NÛÇEYAN