Bû Newroza 51´ê ya Rêbertiyê

Pêncşem 23 Adar 2023 - 09:52

  • Li serranserê Ewrûpayê di pîrozbahiyên Newrozê de doza azadiya Ocalan hat kirin.

Li seranserî Ewrûpayê Kurd û dostên xwe bi pîrozbahiyên bi heybet Cejna Newrozê pîroz kirin û peyama azadiya Rêber Abdullah Ocalan û tekoşîna li dijî faşîzmê dan. Bi peyamên pîrozbahiyên Newrozê yên li Elmanya, Swêd, Ingilîstan, Fransa, Îtalya, Swîsre, Yewnanistan, Awusturya, Holanda û Belçîkayê, Kurdan doza azadiya Ocalan kir.

HAMBURG: Li vî bajarê Elmanyayê, bi sedan Kurd û dostên wan li Sternschanzeyê hatin ba hev û Cejna Newrozê pîroz kirin. Parlamenterê berê HDP’ê Nîhat Akdogan, di pîrozbahiyê de got, “Gelê me, wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dersa Erdoganê yanî Dehaqê hevdem, bide.”

NURNBERG: Li vî bajarê eyaleta Bayernê, Kurd û dostên Kurdan ji bo şehîdên Kurdistanê rêz girt û malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxist. Di axaftinan de nerazîbûn nîşanî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hat dayîn.

ULM: Li vî bajarê başûrê Elmanyayê, meş û mîtîng ji aliyê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve hatin organîzekirin. Nêzîkê hezar kes li Munsterplatzê civiyan, agirê Newrozê vêxist û cejin pîroz kirin. Çalakî bi gotina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ qediya.

HEILBRONN: Li vî bajarê başûrê Elmanyayê jî, bi sedan Kurdî û dostên xwe hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Malbatên şehîdan agirê Newrozê pê xist kir.

KIEL: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê Newroz bi coş bû. Çalakî bi tevlêbûna bi hezaran Kurdî û dostênwan li Metenhaof Kauflandê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ku agirê Newrozê hat dadan, muzîkjenên Kurdistanî yên Meclisa Çandê ya Kurd a Kielê derketin ser dikê.

BIELEFELD: Kurd, Efxan, Belûc, Faris, Azerî û Tirk hatin ba hev, bi meşekê Newroz pîroz kirin. Meşê ji ber Îstgeha Navendî ya Bielefeldê dest pê kir. Xelkê sloganên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Newroz“ û “Jin jiyan azadî“ gotin. Paşê li Meydana Keselbrinkê agirê Newrozê hat dadan.

INNSBRUCK: Newroz li vî bajarê başûrê Elmanyayê li Marktplatzê, bi banga Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî hat kirin. Agirê Newrozê hat dadan.

MANNHEIM: Li vî bajarê eyaleta Rheinland Pfalzê, Kurd û dostên wan li Alte Feuerwache Platzê kom bûn. Serokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mannheimê Halîs Dogan got, Kurd bi saya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên gelê Kurd gihîştiye asta heyî. Parlamenterê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got, îsal wê bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

MARSÎLYA: Li vî bajarê başûrê Fransayê bi pêşengiya TCŞ û TêkoJINê bi dehan ciwan di çarçoveya kampanya “Werin Cenga Azadiyê“ de daketin meydanan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got: “Weke ciwanên Kurd li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo kîn û hêrseke me ya mezin heye. Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo bersiva vê pêvajoyê bidin.”

TOULOUSE: Li navenda vî bajarê Fransayê Kurd li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Wan agirê Newrozê dad û govend gerand. Farqîn Azad û Hozan Devrîm derketin ser dikê.

DRANCY: Li banliyoya Drancy a Parîsê jî ciwan bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN´ê Newroz pîroz kirin.

PARMA: Li vî bajarê Îtalyayê Newroz bi coş hat pîrozkirin. Komîteya Kurd û tora piştevaniyê ya Refe Kurdistan çalakî organîze kir.

LUZERN: Ji dawiya hefteyê ve Newroz li Swîsreyê tê pîrozkirin. Herî dawî li bajarên Biel, Aarau, Brugg, Cenevre, Luzern, Wintherthur, St Gallenê Newroz hate pîrozkirin.

VIYANA: Li paytexta Awusturyayê bi pêşengiya FEYKOM'ê çalakiya Newrozê hate kirin. Li Resslparkê di axaftinan de îşaret bi wateya Newrozê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin. Serhildana 'Jin jiyan azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi taybetî hate nirxandin.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanistanê, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û TCŞ'ê Newroz hate pîrozkirin.
Li meydana Proto Maio (1'ê Gulanê) tevî Kurdan komên çep, sosyalîst û anarşîst ên Yewnanistanê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollandayê Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bûn û li Leidseplein a li navenda bajêr Newroz pîroz kirin. Dirûşma "Bijî Serok Apo" timî li meydanê deng veda.

GENT: Li vî bajarê Belçîkayê, Kurdan tevî dostên xwe agirê Newrozê dada. Li ser navê PYD û NAVBEL'ê axaftin hatin kirin. Her wiha înternasyonalîstên ji Koma Kongra Rojava jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

LONDON: Li paytexta Ingilistanê û li bajarê wê Lîverpoolê pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de peyama tekoşîna hevpar a li dijî faşîzmê hate dayîn.

GOTEBORG: Li navenda bajarê Goteborgê, bi rêzgirtinê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Pîrozbahî diyarî cangoriyên şoreşa jinan a ji bo Jîna Amînî hate kirin. Di pîrozbahiyê de ligel cihê agirvêxistinê, wêneyên cangoriyên serhildana ji bo Jîna Amînî jî li qadê hate danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.