Brîtanya wê bibêje,’’Ji Ocalan re azadî’’
Duşem 28 Cotmeh 2024 - 16:45
- Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ ya bi asta netewî di salaya duyan de bi meş û mîtîngên girseyî didome. Piştî mîtînga ‘’Azadî wê bi ser bikeve’’ ya li Amedê 16’ê Mijdarê li Kolnê wê bi tevlêbûna bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li Kolnê meşeke mezin were lidarxistin. Beriya wê jî 10’ê Mijdarê Kurdistanî wê li Britanyayê bibêjin,’’Ji Ocalan re azadî.’’
Bi çarçoweya çalakiyên girseyî yên pêngavê Kurdistaniyên li Skoçya, Gal û Ingilîstanê 10’ê Cotmehê wê li Londonê bigihijin hev û bi tevlêbûna bi hezaran kesî wê meşek were lidarxistin û ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî were xwestin.
Meş wê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û pêkhateyên wê di 10'ê Mijdarê de ji ber avahiya BBC a li Londonê destpê bike û heta Qada Trafalgarê dewam bike. bi çarçoveya amadekariyan wê ji bajarê Edinburgh ê Skoçyayê, bajarên Manchester, Liverpool, Sheeffield û Brighton ên Îngilistanê otobus ber bi Londonê bi rê bikevin.
Amadekariyên meşê têne kirin
Têkildarî meşê li Meclîsa Gelê Kurd a Londonê karekî berfireh tê meşandin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê, Meclîsa Jinê ya Jiyan, Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, Kongra Star, PAJK li bajêr di çarçoveya meşê de kar dikin. Li gel karê afîşkirinê her wiha serdana mal û kargehên Kurdistaniyan têne kirin û ji bo tevlîbûna li meşê bang tê kirin.
Bi vê çarçoveyê li avahiya KCC'ê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak û Seyît Sûrûç daxuyanî dan çapameniyê.
Em ê heta azadiya Ocalan têbikoşin
Di daxuyaniyê de işaret bi dengvedana pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dewam dike. Bi pêkanîna hevdîtinekê re hûn nikarin gelê Kurd bixapînin. Gelê Kurd wê heta azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bike û bi hêza xwe ya rêxistinî deriyên Îmraliyê bişikîne û bi biryar e ku Rêber Apo azad bike."
Banga tevlêbûnê
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê 10'ê Mijdarê li ber avahiya BBC a li Londonê li hev kom bibin û hate gotin, "Em bang li gelê Kurd, dostan, hêzên demokrasiyê, şoreşger û gelê xwe yê welatparêz dikin ku beşdarî meşê bibin. Em ê karên di çarçoveya pêngavê de tê kirin bigihînin asta herî bilind û Rêber Apo teqez azad bikin. Têkoşînê kir ku em agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Bêyî ku bikevin nava şaşitiyan divê em berxwedana xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind."
ANF