Biryara Komîteya Wezîran rê li fikaran vekiriye

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:49

  • Endamê Komîteya Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan Dr. Hekîm Ebdulkerîm biryara Komîteya Wezîran ku têkilî ‘Mafê Hêviyê’ ya Rêber Ocalan salek dayî Tirkiyê got ‘bûye cihê fikaran’ û got,’’ Ji ber berjewendiyên siyasî û jeopolîtîk ên li gel Tirkiyeyê, welatên Ewropayê weke berê naxwazin zextê li Tirkiyeyê bikin.’’

Endamê Komîteya Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan Dr. Hekîm Ebdulkerîm got: “Ji destpêkê ve guman hebûn ku rêxistinên navneteweyî bikarin erka xwe ya exlaqî ya xebatên li ser mafên mirovan pêk bînin. Hemû tecrîd û astengiyên li ser birêz Ocalan, tenê tirsa hêzên hegemon ya ji azadiya wî û pêkanîna pêvajoya çareseriyê ye.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 17-19’ê Îlonê bi binpêkirina biryara DMME’yê ya ya ji aliyê Tirkiyê ve ya têkilî Rêber Abdullah Ocalan civiya û ji bo ku rewşa Ocalan ji alî ‘Mafê Hêviyê’ ve binirxîne salek da Tirkiyê. Dihata payin ku Komîtey rasterast destwerdanê li Tirkiyê bike û Tirkiyê neçar bike ku ‘Mafê Hêviyê’ ji bo  Ocalan bi cih bîne.
Endamê Komîteya Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan ya li Başûrê Kurdistanê Dr. Hekîm Ebdulkerîm têkildarî mijarê destnîşan kir bi zexta hewldanên ji bo azadiya Ocalan aniye rojeva xwe û saleke ku Komîteyê daye Tirkyê rê li fikaran vekiriye. 

Bûye cihê fikaran
Ebdulkerîm got,’’Komîteya Azadiya Ocalan û hemû navendên ku piştgiriyê didin azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Îmraliyê, ji destpêkê ve bi guman bûn ku rêxistinên navneteweyî û Ewropayî bikarin erka xwe ya bi navê exlaqî ya xebatên li ser mafên mirovan pêk bînin. Mijara birêz Ocalan ketina rojeva Komîteya Wezîran a Ewropayê, encama van zextan, zêdekirina hewldanên ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, meşên dûr û dirêj û dengê xelatgirên Nobelê, bû. Tişta ku ji bo hemû kesên ku piştgiriyê didin azadiya Birêz Ocalan xistiye fikarê, salek dem hatiye dayîn ku Tirkiyeyê bersiva xwe binirxîne.”

Naxwazin zextê li Tirkiyê bikin
Her wiha Dr. Hekîm Ebdulkerîm hinceta Tirkiyeyê ya ji bo belavnekirina raporekê li ser rewşa Rêber Ocalan weke hinceteke lewaz dît û wiha domand: “Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û nebûna mafê hêviyê nîşan dide ku Tirkiye hîn jî hikûmeteke ku ji hemû prensîbên mafên mirovan ên Ewropa û navneteweyî, heta ji prensîbên hiqûq û dadgehên Tirkiyê bi xwe dûr ketiye. Ji ber berjewendiyên siyasî û jeopolîtîk ên Tirkiyeyê, welatên Ewropayê weke berê naxwazin zextê li Tirkiyeyê bikin. Mijara êşkence û tecrîdkirina mirovan di xebatên komîteyên mafên mirovan ên li seranserê cîhanê de cih digire. Lê bêguman ev bêdengî dikeve çarçoveya muameleya siyasî ya li ser mijarên exlaqî ku niha encama sîstemeke serdest a lîberalîzma berjewendîpereste ku tenê dixwest li herêmê bêîstiqrariyê çêbike û weke sotemenî ji bo welatên xwe bikar bîne.”

Ocalan girtiyekî navnetewî ye
Di dawiyê de Dr. Hekîm Ebdulkerîm destnîşan kir ku hemû tecrîd û astengiyên li ser birêz Ocalan tenê tirsa ji azadiya wî û pêkanîna pêvajoya çareseriyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bê guman ger ev pêvajoya çareseriyê pêk were wê herêm bi aramî bimeşe û berjewendiyên dewletên hegemon bikeve xeteriyê. Ev jî nîşan dide ku birêz Ocalan niha girtiyekî navneteweyî ye. Komploya li dijî Rêber Ocalan hatî pêkanîn, di heman demê de destpêka guhertinên ku niha li herêmê diqewimine.”
ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.