• Dadgeha dewleta Tirk a dagirker li Amedê li Hevseroka KCDʼê Leyla Guven 22 sal û 3 meh ceza birrî û biryara girtinê jî da. HDPʼê jî ceza weke cezayekî dijminane bi nav kir û got, ew ê nas nekin.

Dadgeha dewleta Tirk a li Amedê der barê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh ceza birî û her wiha biryara girtinê jî da. 

Danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi hêceta axaftinên wê yên cuda û dijderketina wê ya şerê li Efrînê tevahiya doznameyên wê kirine yek û ji 18 sûcên cuda hat darizandin pêk hat. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê pêk hat. Leyla Guven beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak û Serdar Çelebî di danişînê de amade bûn. 

Dozger bi îdiaya sûcên wek “Rêxistin ava kiriye û birêve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “Xelk tevlî civîn û meşên xwepêşandanan ên dij qanûnî kiriye” û “bêsîleh beşdarî meşên dij qanûnî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye” Guven were cezakirin. 

Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê navbereke kurt da danişînê. Şandeyê pişt re biryara xwe eşkere kir û 22 sal û 3 meh cezayê zîndanê li Guven birî. Her wiha şandeya dadgehê biryara girtinê jî der barê Guven de da. 

Biryara dijminane ye 

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li ber cezayê girtîgehê yê li Leyla Guven hate birîn rabû û diyar kir ku ew vî cezayê nehiqûqî û dijminane nas nakin. 

Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku parlamenteriya Leyla Guven par bi rengekî nehiqûqî hatiye betalkirin û tê gotin: "Dadgeriyê bi vê biryara xwe careke din nîşan da ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevdigere. Ev biryara dijminane ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD'ê ye, li dijî tevahiya Kurdan û muxalefetê ye.

Leyla Guven miroveke têkoşer e ku jiyana xwe ji bo aştiyê derbas kiriye, ew bîrdariya rûmetê ye. Bi cezayan û girtinê ne Leyla Guven ne jî em ji têkoşînê venagerin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em vî cezayê nehiqûqî û dijminane nas nakin."

NAVENDA NÛÇEYAN