• Platforma Ked û Demokrasiyê der barê biryara doza Kobanê de daxuyanî da. Platformê got, “Em ê li dijî tiştên hatine jiyîn bêdeng nemînin. Pêkanînên dijdemokratîk yên di darazê de ji bo me nayê qebûlkirin.”

Platforma Ked û Demokrasiyê der barê biryara Doza Kobanê li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘li dijî faşîzmê wê demokrastî bi serkeve’ hate rakirin.
Erkan Yavuz li ser navê platformê daxuyanî xwend.
 
Biryar ne ji salona dadgehê ye
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku biryara ji doza Kobanê hatiye girtin ne ji salona dadgehê ji qesrê hatiye girtin û got ev biryar bi esasa polîtîkayên dijdemokratîk hatiye girtin. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Kesên ji vê dozê hatine darizandin ew kes in ku ji bo aştî û demokrasiyê bedel dane. Bi dehan caran ev îspat jî kirine. Em ê li dijî tiştên hatine jiyîn bêdeng nemînin. Hewcedariya me bi têkoşîşneke hevpar û yekbûyî heye. Em biryarê şermezar dikin.” 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Kobanê’ bidawî bû. MA