Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê girêdayî rapora komîteya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Suriyeyê de daxuyaniyek da. MSD’ê bang li komîteyê kir ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bike û agahiyan ji nêz ve piştrast bikin. MSD’ê herwiha got, divê komîte îdeayên li ser QSD’ê hatine kirin jî misoger bike.
MSDʼê li ser rapora Komîteya NY´yê ya pêşkêşî meclisa mafê mirovan a NY´yê ya dewreya 45’an a 14’ê Îlonê-2’yê Cotmeha 2020’an hat kirin got, were li cih meselê bibîne.
MSD jî sûcên şer ên dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, her weha li tevahiya herêmên dagirkirî bi bîr dixe û dibêje, êdî dewleta Tirk bûye piştevanê terora navneteweyî û dewleta ku mafê serweriya dewletên cîran û dewletên li Deryaya Spî bin pê dike, ewlehî û aramiya herêmê xira dike.
MSD bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike ku biryarê bide ji bo dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê bi lez ji tevahiya xaka Sûriyê vekişin, dadgeheke navneteweyî ya taybet were avakirin û tê de sûcên şer ên dewleta Tirk bêne cezakirin û endamên DAIŞ’ê û komên terorîst jî bêne cezakirin.
MSD´ê xwest herêmên dagirkirî yên bakurê Sûrî bikevin bin banê hêzên parastina aştiyê ya navneteweyî.
Jixwe gava rapora komîteya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Suriyeyê hat eşkerekirin, gelek aliyan fêm nekir çawa ji bo sûcên şer ên dewleta Tirk, dîsa ji deweta Tirk bê xwestin xwe kontrol bike, û çima ji bo biryara damezrandina Komîeteyeke Lêkolînê pêşniyaz yan jî bangek nehat kirin.
Bila dewleta Tirk vekişe