Serekeşîrê êla El-Fadil a Şedadê Menaf El-Reca bang li NYʼyî û Meclisa Ewlehiyê kir ku ji bo derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Bakur û Rojihilatê Sûrî, gavên pratîk bavêje û got: "Çareserkirina aloziya Sûrî bi derketina dewleta Tirk û diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e."
Di ser dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî salek derbas bû û çeteyên dewleta Tirk sûcên wekî destavêtin, kuştin, koçberkirin û rûxandina malan û şewitandina wan, didomînin.
Serekeşîrê Êla El-Fadil a navçeya Şedadê Menaf El-Reca got: "Ji NYʼyî û Meclisa Ewlehiyê tê xwestin ku dagirkeriya Tirk li xaka Sûrî bi dawî bike û gavên pratîk biavêje."
El-Reca destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji bilî koçberkirin, kuştin û rûxandina malên sivîlan û talankirina milkên wan, bi ferzkirina lîreyê Tirk û derxistina nasnameya Tirkî siyaseta tirkkirinê li herêmê dimeşîne. Bi vê jî dixwaze demografya herêmê biguherîne.

ANHA/HESEKÊ