Li Silêmaniyê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê pêr ji bo şermazerkirina bikaranîna çekên kîmyewî a ji alî dewleta Tirk ve mîtîngek hate çêkirin.
Di mîtîngê de Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şehîn Ranya daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ew tişt hatin gotin: “Têkçûna artêşa Tirk û serkeftina gerîlayên Kurdistanê dewleta Tirk berbi şikestinê ve biriye. Lewma serî li bikaranîna çekên qedexekirî dide. Gelê Kurd çavgirtina NATO’yê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li sûcên dewleta Tirk weke şirîkatiya sûcên Tirkiyeyê dibîne.’’
SILÊMANÎ