Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Tebaxê li dijî nexweşxaneya Sikêniyê êrişên hewayî pêk anî bûn. Di encama bomberdûmana pirrcarî de 4 xebatkarên tendirûstiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên nexweş û birîndar şehîd bûn. Ji xebatkarên tendirustiyê Muhlise Sîdar (Amargî) doh li Şengalê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Muhlîse Sîdar bijîşka Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bû. 17’ê Tebaxa 2021’an tevî 12 hevalên xwe yên li avahiya nexweşxaneyê, bû hedefa bombeyên balafirên dewleta Tirk a dagirker. Di bombebaranê de Doktor Muhlîse Sîdar, tevî 3 endamên din ên tîma tenduristiyê ya nexweşxaneyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, şehîd bû.
Doh li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê,Dr. Muhlîse Sîdar bi merasîmekê hat bibîranîn.
Destpêka merasîmê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîze Celal got, “Bi salan e ku dijmin dixwaze di vê meha Tebaxê de me tine bike. Ji bo tevahiya gelê xwe û cîhanê em didin diyarkirin ku em ê bi van êrişan tine nebin.”
Li ser navê YBŞ’ê û YJŞ’ê Axîn Entîqam jî got, “Di şexsê heval Amargî de em tevahiya şehîdên fermanê bi bîr tînin. Ji bo ol, bawerî û dîroka Êzîdiyan were tinekirin, dijmin pêşengên civaka Êzîdî dike hedef. Pêşî bi rêya çeteyên DAIŞ’ê xwestin vê pêk bînin. Piştî tekoşîn û berxwedana li hemberî çeteyan bi serket, niha bi rêya NATO û destê Tirkiyeyê dixwazin vê pîlanê bibin serî. Bi saya keda şehîdan, gelê me xwe bi rêxistin kir û tenê xurtkirina tifaqa me dikare rê li ber qirkirinê bigire. Êrîşa bi ser nexweşxaneya Sikêniyê de, êrîşek tirsonek bû.
´Em ê tola wan hilînin´
Hevalên me ku 17’ ê Tebaxê şehîd bûn, keda wan em ê qet ji bîr nekin û em keda wan pîroz dinirxînin û em ê heta dawiyê li pey tolhildana wan bin. Ev dijminê ji dema DAIŞ’ê û heta niha pîlan û êrişan li dijî me diokin, ev dijminê me yê dîrokî ye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Amargî re dixwazin, şehîd hêza me ya tolhildanê ne û di dilê me de sax in.”
Piştre Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel got, “Ji malbatên şehîdan û gelê xwe re em sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Bi van êrîşan dixwazin Êzîdiyan belav bikin. Peymana 9’ê Cotmehê beşek ji pîlana tinekirina Êzîdiyan bû. Xwestin hêzên parastinê yên vê civakê tine bikin. Diyar e destê hinek ji xiyanetkarên Iraqê jî di van pîlana de heye. Li şûna daxuyaniyê li ser şehîdên me û berpirsekî wek heval Seîd bidin, diçin bi Tirkan re hevdîtinê dikin. Keda heta niha hatiye dayîn ji bo rê li ber fermana bigire ye, em ê li ser vê şopê dewam bin. Şengal ne ya firotinê ye, Şengal a şehîdan e.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Xoxê Cindî jî got, ew ê heta dawiyê li ser şopa Şehîd Amargî û tevayî şehîdan bimeşin.
ROJNEWS/ŞENGAL