• Dewleta Tirk Bahtiyar Firat ê ji Geverê pêşî kire nezaretê, paşê jê re gotin, şaşî çêbûye, ew berdan û piştî wê jî ew revandin û wenda kirin.

Ev hefteyek e ku agahî ji Bahtiyar Firat ê Geverî yê 33 salî nayê wergirtin. Hevjîna wî Esra Firatê got, "Em ditirsin bûyerên salên 90ʼî dubare bibin, em ditirsin tiştek bê serê Bahtiyar."
Bahtiyar Firat beriya bi hefteyekê 14ʼê Cotmehê li Stenbolê li balefirgehê hat girtin û ew birin nezaretê. Piştî ku hat berdan, ev hefteyeke ew winda ye. Gava Bahtiyar herî dawî bi hevjîna xwe re bi telefonê peyivî, jê re got, hinekan daye dûv wî û ji wê rojê ve jî ti agahî jê nehatiye girtin.
Hevjîna Bahtiyarî, Esra ji me re peyivî û got, ew ditirse weke salên 1990ʼî bi maşînên spî yîn Toros, hevjînê wê bê wendekirin.
Parlamenterê HDPʼê Omer Faruk Gergerlioglu jî got, ev bûyereke nû ya revandina mirovan e. Gergerlioglu got, "Dozgerî ti karî nake, daxuyaniyekê nade. Eynî weke yên berê."
Bahtiyar Firat li Geverê şofêriya servîsê dike, û 3 zarokên wî hene. Ji ber ku deriyên sînor ji ber krîza koronayê girtîbûn, bi balefirê ji Stenbolê wê biçûya Tehranê. Lê li Stenbolê, polêsên Tirk ew kirin nezaretê, li gorî malbatê, 14ʼê Cotmehê saet 01.15ʼan ew ê bi teyarê biçûya Tehranê. Gava ku ew li benda balefirê bûye, piştî kontrola pasaportê, polêsê balefirê ew kiriye nezaretê û jê re gotiye, "em ê te teslîmî îstîxbaratê bikin." Piştî ku 3 saetan bi hincetên cihê wî digirin, polêsê balefirgehê dibêje, "Şaşî çêbû, tu dikarî biçî." Li ser vê Bahtiyar ji bo vegere mala xwe li taksiyê siwar dibe, ew dibîne ku 4 maşînan daye dûv wî. Li ser vê Bahtiyar telefonî hevjîna xwe dike û dibêje, ew ditirse wî bikujin û heger êdî xeber jê neyê girtin, miracaetî dozgeriyê û polês bike. Ji hingê ve jî telefona wî girtiye û ti agahî jê nayê wergirtin û nayê zanîn ka li ku ye.

Dozger got di destê MÎTʼê de ye

Piştî ku Esra hew agahiyê ji hevjînê xwe digire, berê xwe dide Stenbolê û li hevjînê xwe dipirse. Esra dibêje, wê ji dozgeriyê re jî gotiye, "Yên min dişopînin, îstîxbarat e, MÎT e." Dozger jî pêşî lê mikur hatiye ku MÎTʼê Bahtiyar kiribe nezaretê. Piştre ji vê gotina xwe vedigerin û dibêjin, hîna ew nizanin ka Bahtiyar li ku ye, wan lêkolîna lazim hê temam nekiriye. Ji 18ʼê Cotmehê ve dozgeriyê dest daniye ser dosyaya dozê.
Esra dibêje, "Hevjînê min di destê dewletê de ye. Dewletê ew fermî ji balefirê peya kir û kire nezaretê. Di destê MÎTʼê de ye. Ez dixwazim agahiyê bidin min."
Malbata Firat jî bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe îfade kir, xwest şofêrê taksiye Bahtiyar lê siwarbûyî bê tesbîtkirin, îfadeya wî bê girtin, bê eşkerekirin ka çima nehiştine Bahtiyar li balefirê siwar bibe û bê eşkerekirin ka çima mohra derketina ji Tirkiyeyê bi fermana kê hatiye betalkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN