Bi ruhê Rojava tevli mitîngê bibin

Çarşem 21 Çile 2026 - 15:20

  • Berdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan bang li ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tevlî mitînga "Hêvî û Azadiyê" bibin û got: “Bi ruhê Rojava em beşdarî mitîngê bibin.”

Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 25’ê Çileyê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê mitînga "Hêvî û Azadiyê" li dar bixe. Hevberdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rezan Kaganarslan têkildarî mitîngê axivî û bang li ciwanan kir ku bi ruhê berxwedana Rojava beşdarî mitîngê bibin.

Rezan Kaganarslan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tenê şexsekî temsîl nake, lê hêviya gelekî û erdnîgariyekê ye û ev tişt got: “Dema em qala navekî wiha dikin, azadiya wî û mercên wî yên xebatê yên azad xwedî wateyek siyasî ya pir kûr e. Girava Îmraliyê ji roja ku hatiye avakirin ve xwedî girîngiyeke polîtîk e. Rêzdar Ocalan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku afirandiye, îro li Rojhilata Navîn û li cîhanê rêberek û aktorekî polîtîk ê naskirî ye.”  

Rezan Kaganarslan diyar kir ku ciwan li dijî êrişên li ser Rojava di berxwedanê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên ciwanan ên mitîngê berdewam dikin. Ciwan ji bo parastina destkeftiyên Rojava li qadan li ber xwe didin. Ciwanên ku ji bo Rojava diherikin qadan, bêguman ji bo azadiya rêzdar Ocalan jî dê li qada mitîngê bin. Em ê berxwedana Rojava bibin qada mitîngê. Werin em bi ruhê Rojava ber bi qadê ve biherikin.”

MA / AMED /FETHÎ BALAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.