Sun-Hyuk Kim ji Başûrê Koreyê ye û ev demek e, peykerên fîguratîf ên dişibin daran çêdike.
Sun-Hyuk Kim ji bo karên xwe têlên ji pola yên zingar nagirin, bi kar tîne. Ew bi van têlan guliyan çêdike û ji van guliyan jî temsîlên razber derdixe holê. Bi saya têlên ji pola di peykerên xwe de beden û rûyên mirovan derdixe pêş û teşe dide bedena mirovan.
Guliyên ku dirêj dibin û li hev tên badanê yan jî ditewin, formên balkêş derdixin holê.
Kim dibêje, “Hunerê min behsa hebûna insan dike. Hebûna insanan wek tiştekî serketî nîşan nadim, xema min ew e ku ez mirovahiya nîvco mayî ango ya ku temam nebûye bibêjim.” Kim balê dikişîne ser nexeşiya koronayê û dibêje, “Pandemiya sala 2020’an nîşanî me da ku hebûna mirovahiyê ango mirovahî zexel û qels e. Ji bo ez vê yekê nîşan bidim ez nebatan, ajalan û objeyan wek metafor bi kar tînim.”
Guliyên Kim her çiqasî rû û xetên sereke yên bedena insan derxin holê jî ew formeke temambûyî berbiçav nake, ji dêvla ku peykerên xwe temam bike ew navbera guliyên xwe vala dihêle û ev valahî bi mirovan re rageşiyekê ava dike. Gava mirov li peykerên Kim dinihêre bi mirov re bendewariyeke çêdibe, mirov dibêje qey ev guliyên ji pola hîna jî wê dirêj bibin û ber bi hin ciyên din ve biçin. Wek bîner mirov tiştekî temambûyî nabîne, berovajî vê yekê, fîgurên Kim hino hino diguherin, weke ku ew zindî bin.
NAVENDA NÛÇEYAN