Duşema bihurî 2 wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker, dema li bajarokê Etaribê yê li bakurê rojavayê Helebê, dewriye digeriyan û pê li jin û zarokekê kirin. Ew jin û zarok li cihê cih mirin.
Xelkê Etaribê bi keviran li wesayîta zirxî xist û dewleta Tirk şermezar kir.
Di destpêka Mijdarê de li bajarê Serêkaniyê jî wesaîteke artêşa Tirk a dagirker pê li zarokeke keç kiribû û ew perçiqandibû.
NAVENDA NÛÇEYAN