• Gulseren Yolerî û Husnu Taş bal kişandin ser berxwedana li zindanan û diyar kirin ku tecrîd bi têkoşîna civakî û xwedîderketina li berxwedanê ji holê radibe.

Greva birçîbûnê ya li zindanên li Tirkiyê du meh li pey xwe hiştin û ket roja 61ʼê. Girtî dixwazin tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li zindanan bi dawî bibin.

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'î ve 5 rojan carekê bi dor di greva birçîbûnê de ne.

Seroka ÎHD'ê ya şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî û Hevserokê TUHAY-DER ê Marmarayê Husnu Taş ji ANF'ê re qala berxwedana li zindanan kirin.

Gulseren Yolerî got; "Du tiştên bingehîn hene ku divê bên zanîn. Ya destpêkê, tecrîd êşkence ye; êşkenceya ji bo parçekirina kesayetiya girtî ye, jiholêrakirina civakîbûnê ye, hewldana ji bo tunekirina piştevaniyê ye. Ya duyemîn; bi rengekî giran li Îmraliyê û tevahiya girtîgehan bi rêk û pêk tê bicihanîn.

Pêwîst e ku greva birçîbûnê weke çalakiyeke karibe tecrîdê ji holê rake neyê dîtin. Ji ber ku tecrîd bi rêk û pêk û bi armancên siyasî tê ferzkirin. Ev armancên siyasî jî tenê bi têkoşîna civakî dikarin bên guhertin. Wezîfeya li pêşiya hêzên demokrasiyê û civakê ew e ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan, têkoşîneke demdirêj û bi plan bimeşînin. Ev têkoşîn ne bi tena serê xwe, bi karên ji bo aştiyê û destûra bingehîn a demokratîk dikare watedar bibe."

Divê helwêst û nerazîbûn xurttir be

Hevserokê Marmara TUHAY-DER'ê Husnu Taş jî bi bîr xist ku berxwedan li 108 girtîgehan belav bûye û got, "Em dibînin ku hikumet ji bo bersivê bide daxwazên girtiyan gaveke bi tenê jî neavêtiye. Tecrîd dewam dike. Serlêdana parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê nayê qebûlkirin. Hikumet di tecrîdê de israr dike. Ev yek israra di şer de ye. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê dewam dike, binpêkirina mafên mirovan dewam dike.”

Taş bal kişand ser êrişên li dijî girtiyên di berxwedanê de ne û da zanîn ku li girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê bê maske, bê lepik û bi awayekî sor bikin bi ser qoxuşan de digirin û dest datînin ser alavên girtiyan.

Taş bang li malbatên girtiyan û raya giştî kir: "Malbat bi fikar in. Divê helwest û nerazîbûneke xurtir nîşan bidin. Naxwe wê grevên birçîbûnê bigihêje asteke cuda. Ji bo grevên birçîbûnê mîna berê bi mirinê bi encam nebe, divê guh bidin girtîgehan. Ji bo grevên birçîbûnê veneguhere bêdem û bêdorveger divê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tavilê bikevin nava hewldanan. Pêwîst e ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Eger neyên qebûlkirin û mirov jiyana xwe ji dest bidin, berpirsyarê vê yekê wê dewlet û hikumet be."

NAVENDA NÛÇEYAN