Bes şermezar bikin bibin xwedî helwêsteke cidî
Şemî 30 Nîsan 2022 - 01:30
Di derbarê êrişên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, Cihgirê Fraksiyona YNK’ê li Parlamena Hewlêrê, Luqman Werdî got, “Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Herêma Kurdistanê, divê Herêma Kurdistanê û Iraq pêvajoya şermezarkirinê li pey xwe bihêlin û helwêsteke cidîtir nîşan bidin.”
Luqman Werdî got: “Tirkiyeyê gelek caran ev rê ceribandine, lê bi ser neketiye, her carê şikestiye. Şoreş û berxwedana Kurdistanê geştir bûye. Ji bo wê, ev riya Tirkiyê xelet e ku bi xwe hem di warê aborî de hem jî di warê siyasî û leşkerî de ziyanên mezin dibîne.”
Luqman Werdî bal bire ser ziyanên li bax û baxçeyên welatiyên başûrê Kurdistanê dbin, got, dewleta Tirk welatiyan dike hedef û wan şehîd dike.
Werdî beramberî vê rewşê behsa bêhelwêstbûna hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Hewlêrê ya li beramberî dagirkeriya Tirk jî kir û got: “Herêma Kurdistanê di bin serweriya Iraqê de ye, niha jî Tirkiye serweriya vî welatî binpê kiriye. Ji bona wê, divê hikûmeta Iraqê helwêsteke cidîtir hebe û pêşiyê li êrişan bigire. Divê Herêma Kurdistanê û desthilatdariya vî welatî, dest ji daxuyaniyên şermezarkirinê berdin û vê qonaxa şermezarkirinê li pey xwe bihêlin, helwêsteke cidîtir li dijî êrişan nîşan bidin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ