Berxwedana li dijî xespkirina îradeyê
Çarşem 6 Mijdar 2024 - 17:00
- Li dijî tayinkirina qeyûman a li bajarê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê berxwedana gel dewam dike. Welatiyên daketin qadan heta derengiya şevê terka qadan nekirin û dirûşma “Qeyûm bicehime” berz kirin. Welatiyan bi çepik, lîrandin û govendê nerazîbûna xwe ya li dijî tayinkirina qeyûman dewam kirin.
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih, Xelfetiyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye. Berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd a li dijî tayinkirina qeyûman dewam dike. Tevî êriş û mudaxaleya polîsan jî Gelê Kurd daket qadan û nerazîbûna we ya li dijî xespkirina îradeyê nişan dan.
Li Êlihê berxwedanê dewam kir
Li Eliha ku qeyûm hat tayinkirin berxwedana li dijî qeyûman dewam dike. Bi tevlîbûna hevşaredar, parlamenter, sazî û dezgehên sîvîl û gelek kesan meş hat lidarxistin. Her wiha heta derengiya şevê berxwedana ciwanan a li taxan a li dijî polîsan dewam kir.
Li Xelfetiyê n çalakiya nobetê
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiya Rihayê hat kirin, berxwedana gel didome. Çalakiya berxwedan û nobedê ya li dijî qeyûman didome. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, Zulkuf Uçar, Mîthat Sancar, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên bajar û navçeya Rihayê ya DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî berxwedanê bûn.
Li Qoserê meş
Çalakiyên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlîh û Xelfetiyê destpê kirin, dewam dikin. Li taxa Biriket a navçeya Qoserê ya Mêrdînê gel bi sirûda “Herne Pêş” meşiyan. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Kamûran Tarhan û Onûr Duşunmez jî beşdarî meşê bûn.