Berhemeke kolektîf; Keştiya Penaberan

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Gulan 2024 - 18:00

Berhema bi navê “Keştiya Penaberan” a Yoko Ono balê dibe ser rewşa penaberan. Ev berhema ku weke enstalasyonekê hatiye sêwirandin bi awayekî kolektîf temam dibe. Ji lewma her kesek dikare tiştekî lê zêde bike.

Berhema bi navê “Add Colour” (Rengan lê zêde bike) cara ewil di sala 1960’an de weke rêzeberhemekê ji hêla Yoko Ono ve hatiye sêwirandin. Hunermend û muzîkjen Yoko Ono bi vê berhema xwe xelkê dawetî av kirina hunereke kolektîf dike. Niha jî berhem li Tate Modern a Londonê di nav pêşangeha “YOKO ONO: MUSIC OF THE MIND” tê nîşandan. Yoko Ono bi vê rêzeberhema xwe ya ku bi salan didome vê carê berê me dide serpêhatiyên penaberan. Nexasim jî aloziya di warê koçberiyê de şirove dike bi berhema xwe ya “Keştiya Penaberan”. Her wiha ew bi vê berhema xwe balê dibe ser hêza kolektîf ya çalakiyên hunerî jî û dixwaze em di vî warî de bêhhtir biponijin.
Berhema wê ya “Keştiya Penaberan” pêşî bêyî reng ango bi rengekî spî li meydana galeriyê tê danîn û serdêrên galeriyê bi rengê şîn keştiyê boyax dikin. Odeya ku keştî lê tê danîn jî spî ye. Bi vî awayî ode û keştî her diçe bi rengekî şîn tên xuyakirin. Ji dûr ve her çiqas weke boyaxeke şîn were xuyakirin jî di esasê xwe de ev peyam in, peyamên hevkarî, aştî û endîşeyan ên ji bo penaberan. Piştî ku her serdêrek peyama xwe li ser keştiyê dinivîse gelek nihêrînên cuda derdikevin holê û keştiya spî jî weke ku di behreke şîn de avjeniyê bike tê xuyakirin. 
Keştiya Penaberan di sala 2016’an de weke ensatalasyonekê li gelek muzeyên dinyayê jî hatiye montekirin. Ev enstalasyon hest û nêzîkatiya Yoko Ono ya li hember penaberan nîşan dide. Ji lewre Yoko Ono jî penaberek e. Wê di sala 1952’an de ji Japonyayê koçî Emerîkayê kiriye. Weke jineke Asyayî bi gelek zehmetî û pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Ji ber van sedeman ew bi vê enstalasyonê empatiyekê ava dike ji bo penaberan û serpêhatiyên wan ên di rêyên penaberî û koçberiyê de. 

Bi awayekî kolektîf bîra penaberan dibe
Yoko Ono hestên xwe yên ji bo enstalasyona “Keştiya Penaberan” û bûyerên ku penaber bi wan re rû bi rû ne di sala 2019’an de bi gotarekê anî ziman û gotara xwe di The Guardian de da çapkirin. Wê di vê gotara xwe de gotibû; “Weke ku hûn jî dibînin û dibihîzin gava ku keştiyek noqî bin avê dibe û gelek penaber dimirin dilê min diêşe. Lê weke hunermendekê nikarim tenê biêşim û bi êşa xwe bimînim. Diviyabû ev mijar bêhtir bala xelkê bibira ser xwe. Ev ensatalasyon bi vî awayî derket holê. Min hestê xwe parve kir lê min xwest kesên din jî tevlî hestên min bibin û bi vî awayî berhemeke kolektîf a ku bîra penaberan dibe biafirînim.”

Dinyaya hevpar û berpirsyarî
Berhema “Keştiya Penaberan” ji bo her kesekî ye. Yanî her kesekî ku diçe ensatalasyonê dibîne dikare bi rengekî şîn peyamekê li ser keştiyê û her wiha dîwarên odeya ku keştî lê hatiye danîn binivîse. Yoko Ono bi vê fikra xwe dixwaze bi awayekî şênber ango kolektîf di vî warî de tevgerekê ava bike. Tevgereke ku xelk rastiya penaberan hîs bike û xwe li gor vê rastiyê biguherîne. Ev enstalasyona Yoko Ono ango “Keştiya Penaberan” di heman demê de “dinyayeke hevpar” jî îşaret dike, dinyaya ku divê em li hember wê bi berpirsyarî tevbigerin.

Yoko Ono kî ye?
Hunermend û muzîkjeneke Japonî ye. Di sala 1933’an de hatiye dinyayê. Ew di sala 1952’an de ango piştî Şerê Cîhanê yê Yekem tevî malbata xwe ji Japonyayê koçberî Emerîkayê dibe. Di warê muzîk û felsefeye de xwedî zanîneke kûr e. Ji xwe di salên 1960’î de jî bi hunera avant-garde re mijûl dibe. Yoko Ono paşê bi John Lenon re dizewice. Bi tevahî 26 albûmên wê hene. Ji van albûman 7 jê bi John Lenon re hevpar derxistiye. Wisa tê gotin ku sedema belavbûna koma muzîkê ya Beatlas Yoko Ono ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.