Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Mahmût Manak, bal bire ser zextên di demên dawî de li ser wargehê zêdebûne û got, “Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin wargeha me vala bikin.”
Di demên dawî de li Wargeha Mexmûrê, zext her diçe, zêde dibin. Li Wargeha Mexmûrê ku sala 1998’an ket bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) a li nêzî navçeya Mexmûr a bajarê Mûsilê, jin, zarok û pîr jî di navê de 12 hezar kes dimînin. PDK´ê piştî kuştina berpirsê MÎT´a Tirk li Hewlêr, ambargo danî ser Wargeha Mexmûrê. Di vê pêvajoyê de ketin xwendekaran jî nekarî perwerdehiya xwe bidomînin û çûna nexweşxaneyên Hewlêrê li welatiyên wargehê hat qedexekirin. Car caran Tirkiyeyê bi Balafirên Biçek û Bêmirov, êrişî wargehê kir. Gelê wargehê di demên dawî de bi gefên hêzên Iraqê yên têlkirina derdora wargehê û tehlûkeya êrişên DAIŞ’ê re rûbirû ye.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Mahmût Manak got, sedema zext û êrişên li ser wargehê, dewleta Tirk e. Manak got, êrişên dornên bi sîleh ên dewleta Tirk de gelek hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û aramca dewleta Tirk bi hevkariya PDK´ê ew e ku wargehê bide valakirin: “Tirkiye û PDK ji bo wargehê vala bikin, zextan li Iraqê dikin. Bi derewan hewl didin ku Iraqê qaneh bikin ku wargeh ne wargeha penaberan e. Bi saya serê berxwedana xelkê wargehê, pîlanên wan hatin pûçkirin. Lê hêj êriş û zext dewam dikin.”
Iraq parçeyekî pîlanê ye
Manak, helwêsta PDK’ê ya li dijî wargehê jî nirxand: “Li wargehê Tirkiye ji PDK’ê zêdetir zextan dike. PDK’ê ev qederê sê salan e ku dor li wargeha me girtiye û ambargo daniye serê. Ev hewldan parçeyekî konsepta tesfiyekirina wargeha me ye. PDK êdî bi awayekî eşkere dijminatiya xwe dike. Em ê li dijî van pîlanan li ber xwe bidin.”
Manak, da zanîn ku dema êrişên di demên dawî de wan rayedarên Iraqê agahdar kirine û dîmen bi wan re parvekirine, lê ew dîsa jî bêdeng mane. Manak got, “Herî dawî di 27’ê Kanûna 2021’ê de hêzên Iraqê xwestin bi têlan dorê li wargeha me bigirin. Beriya niha jî PDK’ê bi gotinên ‘heta em derdora wargehê bi têlan negirin, em we rehet bernadin’ gef li me xwaribû. Ev jî nişan dide ku Iraqê li ser daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê ev gav avêtiye. Xelkê me jî ev yek qebûl nekir û li ber wê rabû. Heke Iraq nedi nav pîlana valakirina wargeha me de bûye, ew ê li dijî van êrişan bisekiniya.”
NY parçeyekî konseptê ye
Manak, bi bîr xist ku Wargeha Mexmûrê di bin banê NY’yê de ye, di çarçoveya Peymana Mafên Penaberan a NY’yê de hin mafên wan jî hene: “NY niha qebûl dike ku em di bin banê wê de ne. Lê em ji alikariyên mirovî hemûyan bêpar hatine hiştin. Herî dawî, me ji bo welatiyên me yên mecbûr in biçin dibistan û nexweşxaneyê neyên astengkirin, miracaetî NY’yê kir, lê ji ber konsepta heyî NY jî bêdeng e. Ev qewimîn didin nîşan ku NY jî parçeyekî vê konseptê ye. NY ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan naavêje. Ji ber vê yekê em ê li ber xwe bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN