Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku xebatên KNK’ê yên dema nû, wê zêdetir giraniyê bide Başûr û Rojavayê Kurdistanê û got, “Em dixwazin siberojê, navenda KNK’ê bibin Kurdistanê.”
Kongreya 21’ê y asayî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) înê li bajarê Hiollandayê Den Haagê dest pê kir û du raojan dewam kir. 350 delegeyên ji 52 partiyên siyasî, sazî û dezgehan û 20 nûnerên partiyên çavdêr li kongreyê amade bûn.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs bersiva rexneyanda û got, “Em malavahiya nûnerên partiyên siyasî, delege û endaman dikin ku di bi rexne û pêşniyazên xwe tevlêkariyek cidî li kongreyê kirine.”
Karamûs bi bîr xist ku xebatên KNK’ê di şert û mercên zehmet de tên birêvebirin û wiha pê de çû: “Em ti carî ne din bandor û siya ti partiyan de ne. KNK saziyeke navneteweyî ye. Lewma divê ti partiyên Kurdistanî, di aliyê xebatên KNK’ê de nebe asteng. Lê dîsa jî pirsgirêkan ji bo me derdixin. Mînak şandeya ku ji 35 endamên me pêk dihat, xwest ji Rojava bê û tevlî kongreya me bibe, lê nehiştin ku ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbas bibe. Ev hişmendî xizmetê ji ti kesî re nake.”
KNK wê guhertinên cidî bike
Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar jî qala nîqaşên du rojan kir û got, “Ev platformeke Kurdistanî ye. Di dîroka Kurdistanê de, pêkhateyeke wiha çênebûye. Ev 24 sal in KNK, di vî alî de xebatan bi rê ve dibe. Lewma, rexne û axaftina her hevrêyekî, gelek giring e. Ev der platformek azad e.”
Aydar li ser rexneya “Çima KNK ji Kurdistanê zêdetir xebatên xwe kûr nake?”, got: “Hem Başûr û hem jî Rojava azad in. Em weke KNK’ê, em ê xebatên xwe li van parçeyan zêde bikin. Rexneyeke rast û di cih de ye. KNK wê di demên li pêşiya me de, xebatên li Başûr û Rojava zêdetir esas bigire. Lê armanca me hemûyan ew e ku em navenda KNK’ê bibin Kurdistanê.”
Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku KNK wê di dema nû de, ber bi guhertinên cidî ve biçe.
Mûrad û Karamûs weke hevserok hatin hilbijartin
Di encama hilbijartina Kongreya 21’ê ya a KNK’ê de, Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs ji nû ve weke hevserok hatin hilbijartin. Hevserokan soz da ku ew ê ji bo berjewendiyên gelê Kurd, kar û xebatê bikin.
Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs bi dengê tevahiya delegeyên hazir ji nû ve weke hevserokên KNK´ê hatin hilbijartin.
Ahmet Karamûs piştî hilbijartinê got, “Em ê bi îradeya xwe, van xebatan bimeşînin. Hewldana me ya herî mezin, wê kombûna li dor yekîtiya neteweyî û parastina stratejiyeke ji bo parastina Kurdistanê be.”
Hevserok Zeyneb Mûrad jî got, “Em bawer dikin ku em ê vê rewş û pêvajoya zor, li pey xwe bihêlin.”
Doh kongreya 21’ê ya KNK’ê bi hilbijartina endamên konseyê û planên pêvajoya nû, bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN