Berdana Rozerîn Kalkan hat taloqkirin
Yekşem 21 Kanûn 2025 - 15:00

- Rozerîn Kalkan ku berdana wê 2 caran bi giştî 22 mehan hate taloqkirin got, "Zext dewam dikin. Ev bêhiqûqî divê êdî bi dawî bibe."
Bi hincetên kêfî yên Desteya Îdare û Çavdêriyê (DÎÇ) berdana girtiyan tê taloqkirin. Ji dema ku deste kete meriyetê û pê ve berdana nêzî 4 hezar girtiyên siyasî bi kêfî hate taloqkirin. Li gel ferzkirina poşmaniyê her wiha li ser qawişê, ava vexwarinê û çalakiyên beşdar bûne her tişt ji girtiyan tê pirsîn. Ev rewş êdî bi rêk û pêk bûye. Hem girtî hem jî xizmên girtiyan dixwazin ev pêkanîn êdî bi dawî bibe.
Rozerîn Kalkan ku ji sala 2016'an û vir ve girtî ye û berdana wê du salan hate taloqkirin, bi hinceta nameyên ku jê re hatin şandin lê radestî wê nehatin kirin, nayê berdan. Rozerîn Kalkan ku wê meha sibatê careke din derkeve pêşberî desteyê, bi rêya malbata xwe peyamek şand, bal kişand ser vê bêhiqûqiyê. Dayika wê Şerîfe Kalkan jî banga berdana keça wê kir.
Rozerîn Kalkan ku di 11'ê Tebaxa 2016'an de li Mêrdînê hate binçavkirin û îşkence lê hate kirin, piştî ku bi rojan di binê çavan de ma, ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Piştî ku hate girtin li girtîgehê bi tena serê xwe hate tecrîdkirin. Gelek pirsgirêkên tenduristiyê li Rozerîn Kalkan der bûn. Piştî serlêdanan daxwaza sewqkirinê hate qebûlkirin û Rozerîn Kalkan piştre şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê. Rozerîn Kalkan li vê derê xistin qawişê û destpêkê di Nîsana 2024'an de ew derxistin pêşberî desteyê. Pirsên li ser çalakî, grevên birçîbûnê, qawişên lê man û pênaseya sûc lê hate kirin û berdana Rozerîn Kalkan di desteya destpêkê de ji bo 11 mehan hate taloqkirin. Bi hinceta li "Qawişa alîgir ma" û "Di nava rêxistinê de çalak e" berdana Rozerîn Kalkan hate taloqkirin. Careke din bang li Rozerîn Kalkan hate kirin ku meha adarê derkeve pêşberî desteyê. Bi hinceta ku wê heman pirs lê bê kirin Rozerîn Kalkan derketina pêşberî desteyê red kir û berdana wê cara duyemîn ji bo 11 mehan hate taloqkirin.
Dayik Şerîfe Kalkan jî diyar kir ku keça wê 22 meh in bêhiqûqî li girtîgehê tê hiştin û got, "Li hemû girtîgehan ev rewş heye. Bi hincetên bêhiqûqî berdana keça min taloq dikin. ANF/AMED







