- Fermandar Rizgar Êrsî qala berxwedana gerîlla ya li Heftanînê kir û got: “Gerîla pîlana dagirkeran pûç kir û pêşî li dagirkeriyeke giştî girt. Gerîla derseke mezin da dagirkeran.”
KAWA TOLHİLDAN
ANF/BEHDÎNAN
Ji fermandarên HPG’ê Rizgar Êrsî qala Cenga Heftanînê, çalakî û berxwedana gerîla ya li dijî artê Tirk a dagirker kir.
Êrsî diyar kir ku di cengê de rastiyên dewleta Tirk vedişêrin hene û got: “Di sala 2020’ê li Kurdistanê û bi taybet li Heftanînê şerekî pir dijwar tê meşandin, berxwedaneke bê hempa tê raberkirin. Di şeva 16’ Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfereh li ser herêma Heftanîn da despêkirin. Lê di roja îro de em lê dinêrin, artêşa dewleta Tirk li Heftanînê bi serneket. Di hesabê wan de hebû ku di demeke kurt de herêma Heftanînê dagir bikin û gav bi gav bi nava tevahî Herêmên Parastinê yên Medyayê ve biçin û Başurê Kurdistanê bi giştî dagir bikin. Lê gerîlayên Azadiya Kurdistanê di şexsê berxwedana Heftanînê de pêşî li pîlana dagirkirinê girtin. Bi xwîna xwe, canê xwe û fedekariya xwe pêşî li vê yekê girtin. Dibe ku dewleta faşîst a AKP-MHP bi rêya medyaya xwe raya giştî bi nûçeyên dûrî rastiyê bixapîne, lê di rastiyê de şerekî pîskolojîk ê taybet bi awayekî cidî meşandin, lê ev bi awayekî eşkere binkeftina wan diyar dike. Li hemberî vê yekê tevgera me bi awayekî zelal roj bi roj, heta seat bi seat ji raya giştî re rastiya şer û rewşê radigihîne.”
Artêşa Tirk binketina xwe vedişêre
Rizgar Êrsî anî ziman ku rola gerîla ya di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û got: “Pêwîst e ku her kes rola gerîla ya di vê berxwedanê de baş fêm bike. Di rojên despêkê de fermandarên artêşa dagirker hatin û li ser sînor xwestin propaganda bikin, lê dîtin ku weke ew difikirin ne wisa ye, gerîla ev yek nîşanî dijminan da. Yanî rola gerîla di astengkirina vê dagirkeriyê de pir diyarker e. Di vî warî de xwezaya Kurdistanê rê dide ku gerîla vê berxwedanê hîn bilindtir bike. Her çiqas dewleta Tirk binkeftina plana xwe ji raya giştî veşêre jî, lê ew tahma binkeftinê wê ji bîra wan neçe.
Gerîlla profesyonel bûye
Heger li Kurdistanê artêşa dewleta Tirk a dagirker bin bikeve wê li Rojhilata Navîn taybet jî li Kurdistanê wê rê li jiyaneke azad û demokratîk vebe. Dibe ku ev bandora xwe jî li cîhanê bike û pêşî li vî şerî qirêj were girtin. Ji ber ku binkeftina artêşa çete ya Tirk tê wateyê serkeftina civakê û bidestxistina azadiya heremê bi tevahî.
Di sedsala 21’ de gerîla edî weke berê nêzî şer nabe. Bi guhertin û veguhertinê bi şiklekî pispor hûrûkûr bi meseleyan dadikeve û ji ezmûnên berê yên nebaş xwe rizgar kirî ji bo vê dikare encama dawî di nava cengên giran de diyar bike. Ji ber ku êdî gerîla profesyonal bûye.”