• Danezaneke ku Îhsan Nûrî Paşa sala 1925´an nivîsandî di nava belgeyên Wezareta Karên Derve ya Fransî de hat dîtin. 

Dîroknas Dr. Sedat Ulugana, danezaneke ku Îhsan Nûrî Paşa sala 1925´an nivîsandî di nava belgeyên Wezareta Karên Derve ya Fransî de dît. 

Li gorî Ulugana, li ser hereketa bi pêşengiya Şêx Seîdê Pîran di nava raya giştî a dinyayê de ji ber dezînformasyona dewleta Tirk, zelûliyek hebûye. Îhsan Nûrî Paşa yê hingê -piştî bûyerên Bêşebabê- li Bexdayê dima, ji bo têkoşîna li dijî vê dezînformasyonê danezanek nivîsî. Sedat Ulugana ew danezana di arşîvan de wendabûyî piştî bi 95 salan derxist holê û rojnameya me wê îro û sibe diweşîne.

Li gorî belgeya îstîxbarata Fransî ya wê demê, Îhsan Nûrî danezan bi Tirkî nivîsandiye. Belge paşê gihiştiye departmana siyasî ya Fransa ya li Şamê. Belgeyê bi rêya ajanekî werdigerînin Fransî û 5´ê Sibata 1927´an dişînin ji maseya Îstîxbaratê ya li Beyrûdê re ya ku bi dosyaya Xoybûnê dadikeve. 

Li Bexdayê çap bûye

Danezan 17 rûpelî ye û li Çapxaneya Îstîqlal a li Bexdayê bi sernavê ku miqabilî “Revolution Kurde (Şoreşa Kurd)” be, hatiye çapkirin. Piştî pêşgotineke kurt Îhsan Nûrî behsa sedemên Berxwedana Şêx Seîdê Pîran, girîngî û xisûsên rêxistinbûna wê dinivîse. Gava mirov danezanê dixwîne, mirov fêm dike ku Îhsan Nûrî Paşa nivîs û weşanên destpêkê gelekî diyar kirine. Di heman demê de eşkere xuya dike ku ji 1925’an heta 2021’ê siyaseta dewleta Tirk a beramberî Kurdistanê qet neguheriye. Tişta guherî modernbûna sîlehên dewleta Tirk û zexmbûna siyaseta wê ya înkarkirina Kurdan e. 

Dewleta Tirk wê serî bitewîne

Îhsan Nûrî di danezanê dibêje, berxwedêrên Kurd ên bê tecrûbe li çiyayên Kurdistanê bêyî sîlehên giran, destekeke ji derve û bi hejmareke piçûk karîne pêşî artêşa Tirk ji hev belav bikin. Bi ya wî eskerî di dawiyê de ev berxwedan şikestibe jî, wê ruhê azadiyê û yê neteweyî daye miletê Kurd. 

Gotinên wî gotinên Fermandar Çiyager ên di dema Berxwedana Sûrê de tînin bîra mirovî: “Çi dibe bila bibe, dawî wê muhteşem be.”

Îhsan Nûrî hingê danezana xwe bi van gotinan bi dawî dike: “Tevî dersên ji serhildananên Arnawut û Ereban,  siyasetvanên Tirk ên roja me ya îro, nexwestin şaşiyên xwe rast bikin; ew ê li ber serhildanên Kurdan çong bidin erdê! û mafên Kurdan qebûl bikin, beriya ku dereng bibe, heger naxwazin welêt tevî xwe ber bi hilweşînê ve bibin, li ber mafê Kurdan ên mafdar wê serî bitewînin!”

FRANKFURT