- Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bal bire ser tecrîda li ser Rêber Ocalan ku ev 38 meh in bi ti rengî xeber jê nayê, destnîşan kir hewceyî bi protestoyên wiha heye ku divê bi kollektîfî were rêvebirin û got,’’ Girava Îmraliyê bûye navenda bêhiqûqiyê. Cihê ku ewil li derî hiqûqê hat hiştin Girava Îmraliyê bû. Ji wir jî bêhiqûqî li seranserê welêt belav bû. Qanûn heye, lê nayê bicihanîn. Mafên birêz Ocalan hatine binpêkirin."
EMRULLAH ACAR/RIHA
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ji Rêber Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Jidiyayî ya Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin tu agahî nayê girtin. Tecrîda mutleq didome, dijî vê tecrîda mitleq di serî de li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê greva birçîbûnê dest pê kirin, ku ji 4’ê Nîsanê û wir ve çalakiya li zindanan qulibî ser boykotkirina çûna dadgehan, neaxaftina bi telefonan û hevnedîtina bi malbatan re. Ji bilî vê Dayikên Dadê çalakiya Nobeta Dadê dest pê kirin, piştre çalakî qulibî ser daxuyaniya li ber girtîgehan. Her wiha li Kurdistanê û cîhanê Kurd û dostên Kurdan ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê û tecrîd rabe çalakiyên curbecur hatin kirin. Li gel vê jî dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan sist nekir, nehişt ku Kurd ji rewşa tendiristiyê ya Rêberê xwe agahdar bibin.
Bi ser de jî derkete holê ku li Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê girtî, careke din cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn. Îtiraza li dijî qedexeyan ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê hat redkirin.
Imralî navenda bêhiqûqiyê ye
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan Omer Ocalan, bertek nîşanî tecrîda mutleq û astengkirina hevdîtinan da.
Ocalan destnîşan kir li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan heye û got: “Tecrîd bi pêkanînên dijhiqûqî didome. Hem qanûn û hem jî destûra bingehîn ketine rewşeke komîk. Wezîrê Dadê dibêje 'tecrîd nîn e'. Rewşa li wir normal dibînin. 38 meh in tu xeber ji birêz Ocalan û hevalên wî nayê girtin. Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Heger li welatekî qanûn tune bin, mafên mirovan bi rihetî tên binpêkirin. Girava Îmraliyê bûye navenda bêhiqûqiyê. Cihê ku ewil li derî hiqûqê hat hiştin Girava Îmraliyê bû. Ji wir jî bêhiqûqî li seranserê welêt belav bû. Qanûn heye, lê nayê bicihanîn. Mafên birêz Ocalan hatine binpêkirin."
Hewceyî bi protestoyên kolektîf heye
Ocalan bi bîr xist ku berdana Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê salekê hatiye taloqkirin û got: "Veysî Aktaş, 30 salên xwe temam kir û divê bê berdan. Lê înfaza wî salekê hat taloqkirin. Ev pêkanîneke keyfî ye. Me digot qey li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê tê meşandin, lê ev ya dijminatiyê jî derbas kiriye. Li dijî vê li Ewropa, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dehan girtîgehan çalakî hene. Ji bo rakirina tecrîdê li her derî hewldan hene. Ji bo encamgirtinekê divê em protestoyan bi awayekî kolektîf bi rê ve bibin."
Dixwazin Kobanê mehkûm bikin
Ocalan anî ziman ku cezayên li siyasetmedarên di Doza Kobanê de li wan hat birîn jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û got: “Dixwazin serkeftina Kobanê li Tirkiyeyê mehkûm bikin. Pêwîst e her kes bertek nîşanî vê yekê bide."
Divê dewlet rê veke
Ocalan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çareseriya rasteqîn hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Eger bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were, wê aştî pêk were û wê her kes jê sûdê wergire. Divê her kes demildest erka xwe pêk bîne. Ger em vê yekê bikin, ew xakên ku em lê dijîn û bûne dojeh, wê bibin bihuşta Rojhilata Navîn. Divê dewlet dawî li polîtîkayên şaş bîne û rê li ber malbat û parêzeran veke ku biçin Îmraliyê." MA