- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê êrîşên Tirkiyê yên ser xaka wan şermezar kir, diyar kir bêdengiya li bara êrîşên Tirk ‘destek e’’ û got, ‘’ Em bang li wan hêzan dikin ku dixwazin alozî kêm bibe, bikevin nav liv û tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin.’’
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku van rojan li ser herêmê zêde bûne de, daxuyaniyekê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin rejîma AKP’ê bi armanca têkbirina aramiyê û xwesteka dewleta Tirk ji bo derxistina aloziyan û reva ji krîza xwe ya navxweyî, şerê xwe li dijî herêmên wan didomîne, ji ber ku rejîma navborî bi hemû şert û mercan dixwaze tevlîhevî û terorî vejîne.
Ziyanê dide xebatê dijterorî
Di daxuyaniyê de hate gotin êrîşên dagirkeriya Tirk ziyanê dide xebatên dijî terorê û hate gotin,’’Dewleta Tirk û çeteyên wê di berdewama şerê qirkirinê de, kantona Minbicê û beriya wê jî Şehbayê kirin armanc û ji ber van êrîşan welatiyek şehîd bû û hin jî birîndar bûn di nav de zarok jî hebûn. Ev êrîş xebatên li dijî terorê qels dike.’’
Bêdengî desteka li Tirkiyê ye
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşan şermezar dikin de. Em teqez dikin ku em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe gav bi paş de neavêjin. Em bang li wan hêzan dikin ku dixwazin alozî kêm bibe, bikevin nav liv û tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ji ber bêdengiya wan hêzan bi awayekî rasterast destekê dide dewleta Tirk. Wê ev yek bi xwe re zehmetiyan bîne û bibe sedem ku alozî di nava ambargo û zehmetiyên koçberên li herêmên me kûrtir bibe. Her wiha tevlîheviyê li tevahî herêmên ku kampên di nava wan de malbatên terorîstên DAÎŞ’ê hene, kûrtir bibe.
Her wiha em bang li aliyên hiqûqî û navneteweyî dikin ku ji bo sînordarkirina bipêkirinên li dijî sivîlan û xeteriya li ser jiyana wan, bixebitin.
Ji malbatên şehîdan re sersaxî, ji birîndaran re sîfaya lezgîn dixwazin."