• KCK: Divê Êzidiyên li Şengalê dersên mezin ji Fermana 74’an bigirin. Divê bizanin ku bê xweparastin û xweserî wê nikaribin hebûna xwe bidomînin. Bê xweserî û xweparastin Êzidî ne mimkune ku siberoja xwe gotûbêj bikin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilî salvegera Fermana 74’an a çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê daxuyanî da û got, ‘’Fermana 74’an bi rengekî eşkere nişan daye, Êzîdî hewceyî xweseriya bi xweparastinê ne û bi vî heqî ne. Êzîdxana xweser ji bo Êzîdiyan bivênevê ye. Di êrîşa DAÎŞ’ê de heke Şengal bi xweseriya bi xweparastinê bûye, Êzîdî bi fedaitîya wê berevanî li Êzîdxanê bikirana, wê DAÎŞ li êrişanînê poşman bikirana.’’

Her Êzîdî berpirsiyar e

Hin beş ji daxuyaniya KCK’ê wihane:''Divê ne tenê Êzîdî xweseriya Êzîdxanê biparêzin; di serî de Kurd hemû, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermend, mirovahî hemû û hêzên siyasî yên berpirs jî divê Ezîdxanê biparêzin. Ji ber Iraq û PDKê Êzîdî neparastin, di serî de ew berpirs in ku xweseriya bi xweparastinê ya Êzîdxanê biparêzin.
Pir girîng e, yên ku di Fermanda 74’an de Şengal terikandin dîsa bere xwe bidin Şengalê. Jiyana li kampan mirin e. Li Şengalê di nav zor û zehmetiyan de jî bin jiyan xweş e, moralê dide.
Êzîdî dikarin ji gelek hewcehiyan bêrî bin lê divê Êzîdiyên Şengalê hewceyî kesî nekin. Nexasim gelê me yê Êzîdî yê Ewrûpayê divê hemû derfetên xwe di ber Şengalê de rê bikin. Li gel piştevaniya manewî divê beşekî girîng ê hebûna xwe ya maddî jî veguhezînin Şengalê. Êzîdiyên li her deverê encex dema ku bi vî rengî be ji xwe re Êzîdî bibêjin û bi vê baweriyê bin wê watedar be.

Ji bo siberojê fedekarî divê

Bêyî hebûna xweseriya bi xweparastinê ne pêkan e ku Êzîdî xwe bigihînin siberojê. Piştî çend nifşan wê werin ber nemanê. Divê vê rastiya tehl bibînin. Ji ber vê divê xwe bikin civakeke rêxistinî. Bi komun û meclîsan dibe bibin civakeke rêxistinî, ji hêla siyasî, civakî, aborî û çandî ve xwerêveberiya xwe ava bikin, xweparastina xwe bi cih bînin. Êzîdî hemû divê bibin civaka rêxistinî; ciwan hemû divê bibin hêza xweparastinê. Ev peywirên eslî yên li ber Êzîdiyan in. Ev peywir bi pereyan nikare were bicihanîn. Çawa ku Êzîdîtî bi pere, qaf û qolan nabe, xwerêveberî û xweparastin jî bi derfetên xwe dikarin pêk bînin. Bêşik û guman xweseriya bi xweparastinê ked, hewldan, têkoşîn û berdêlê hewce dike. Ji bo civakeke ku 74 Ferman bi sera de hatî jiyana azad û demokratîk helbet wê ne hêsan be. Tenê dema ku xweparastin û xweserî were avakirin wê siberoja Êzîdîtiyê were mîsogerkirin, careke din fermanê bi serê wan de neyên.

Destketiyan mezintir bikin

Di sala 7’an a Fermana 74’an de em bang li Êzîdiyan hemûyan dikin da ku xwerêveberiya Mam Zekî Şengalî ava kirî û xweparastina Zerdeş Şengalî bi kedeke mezin ava kirine geş bikin û ji bo vê seferber bibin; em bang li tevahî mirovahiyê, saziyên demokratîk, û hêzên siyasî yên navnetewî dikin ku ji bo avakirina xweseriya bi xweparastinî bi berpirsyariya xwe rabin.’’

ANF/BEHDÎNAN

 

Bi çalakiyan Ferman tê bibîranîn

Li ser salvegera 6´an a Fermana 74´an a 3´yê tebaxa 2014´an li dijî Şengalê bi destê DAIŞ´ê û bi rêveberiya dewleta Tirk hat kirin, li gelek bajarên Elmanyayê û wê bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD), NAV-YEK û Tevgera Jinên Êzîdî bê şermezarkirin. Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) jî banga beşdariya li van çalakiyan kir.
Cihên ku çalakî îro, sibe û dusibe li wan pêk tên ev in:
Bielefeld: Îro li ber stastyona trênan a navendî (HBF), saet 15:00´an meş û mîtîng tê lidarxistin.
Kleve: Îro li Herzogstrasse, saet 14:00´an meş û mîtîng tê lidarxistin.
Bremen: Îro li ber stasyona trênan a navendî (HBF), saet 12:00´an meş û mîtîng heye.
Berlîn: Sibe (Yekşemê) li Quitzowstr. 103, saet 16:00´an semîner û pêşangeha wêneyan.
Berlîn: 3´yê Tebaxê li Platz der Republik 1, saet 14:00´an mîtîng
Wesel: 3´yê Tebaxê li Am Berliner Tor, saet: 17:30´î Mîting heye.
Oldenburg: 3´yê Tebaxê (duşemê) li Am Schlossplatz, saet 17:00´an meş û mîtîng
Celle: 3´yê Tebaxê li Parka Trift, saet 17:00´an şano û mîtîng hene.
Saarbrucken: 3´yê Tebaxê li ber Europa Galerie, saet 18:00´an mîtîng heye.
Achim: 3´yê Tebaxê li navenda bajêr Cihê çalakiyan, saet 16:00´an mîtîng heye û konê agahdarkirinê tê vegirtin. n

NAVENDA NÛÇEYAN