- Bazên Zagrosê ji çekên giran heta bi sabotaj, sekvanî û serdegirtinê, derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên dawiyê de 37 leşkerên Tirk ên dagirker ên din hatin kuştin.
Bazên Zagrosê ji çekên giran heta bi sabotaj, sekvanî û serdegirtinê, derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên dawiyê de 37 leşkerên Tirk ên dagirker ên din hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Li ser bingehê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê di çalakiyên hêzên me yên gerîla de ku bi performanseke bilind a şer hatin lidarxistin, bi giştî 37 dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
20'ê Nîsanê saet di 12:20’an de li Devera Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran, wan dixwest ber bi Girê Rûbar ve biçin.
Hêzên me bi çalakiya koordîneyî li wan da. Tîmên me yên gerîla bi rêbaza lêdana baz di demeke kurt de dagirker tarûmar kirin. Di encama vê çalakiyê de 13 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 dagirkeran û bêyî ku windahiyekê bidin, çalakî serketî temam kirin.
17'ê Nîsanê saet di 13:00 de dagirkeran hewl da bi helîkopteran xwe li Devera Berxwedanê ya Çiyareş deynin, lê hêzên me bi xurtî li wan da. Herî kêm 2 dagirker hatin kuştin.
17'ê Nîsanê bi şev dagirkeran xwest bi helîkopteran xwe li devera Girê Cehenemê deyne û hêzên me dest li dagirkeran werda. Dagirker neçar man vekişin.
18'ê Nîsanê saet di 07:00´an de li Devera Berxwedanê ya Çiyareş hêzên me bi rêbaza êriş û sekvaniyê li çeperekî 6 dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, çeperek û çekeke BKC hatin îmhakirin. Heman rojê di çalakiyên hêzên me de 3 dagirkerên din hatin kuştin.
19'ê Nîsanê li devera Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.
Heman rojê saet di 21:40'î de û 20'ê Nîsanê saet di 04:20'î de bi rêbaza sekvaniyê 2 dagirker hatin kuştin.
19'ê Nîsanê saet di 13:00 û 14:30'î de li devera Berxwedanê ya Çiyareş 2 caran bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.
18'ê Nîsanê saet di 14:40 û 17:45'an de dagirkeran berê xwe da Devera Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me jî du caran bi sabotajê li dagirkeran da. Di encamê de 6 dagirker hatin kuştin. Êvara heman rojê, careke din bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hat kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.
19'ê Nîsanê saet di 14:30'î de li devera Berxwedanê ya Werxelê hêzên me ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xist û kir ku dagirker qonaxekê vekişin."
BEHDÎNAN