- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi bîr xist ku gele Başûr ji Behdînan heta bi Soran berdêl dane û got,’’Pêşmerge, ne ji bo ku Barzanî û PDK bikevin ber xizmeta Tirk, ne ji bo ku Başûr bikin wîlayetek dewleta Tirk şehîd bûne.’’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkilî rojevê axivî. Bayik di axaftina xwe de bal bire ser hevkariya Malbata Barzanî û PDK’ê ya li gel dewleta Tirk. Bayik propagandaya Barzaniyan bi bîr xist ku dibêjin,’’PKK statûya Başûr ji holê radike’’ û got,’’Yê ku statuya Başûr ji holê radike Barzanî bi xwe ne. Barzaniyan qedera xwe bi temamî bi AKP'ê ve girêdane, bi MHP'ê ve girêdane. Eger ku Barzanî dixwazin hilbijartin taloq bibe, sedema wê yên esasî hene.’’
Barzanî teşhir bûn
Bayik têkilî sedemên bê ka çima PDK ji hilbijartinan direve wiha got: ‘’Ji ber ku li gel dewletên dagirker qirker tevdigere û dijminiyê ji bo gelê Kurd dikin. Ne tenê li dijî PKK'ê dikin. Dijminatiyê li PKK'ê û li tevahiya gelê Kurd dikin. Ew siyaseta ku wan li gel dewleta Tirkiyeyê li dijî Kurdan meşand, rastiya wan nîşan da, bi her kesî da fêhmkirin. Di nava gelê Kurd de teşhîr bûn. Sedemek ew e. Ya duyemîn; AKP li Tirkiyeyê di hilbijartinê de derbeke mezin xwar. Barzaniyan ji AKP'ê hîn mezintir derbe xwar. Lawaz bû. Yek jî sedem ew e. Ji ber wê dixwazin hilbijartin taloq bibin. ‘’
Malbata Barzanî şuna hikûmetê girtiye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal bire ser talangeriya Barzaniyan û got,’’Ji ber ku eger hilbijartin çêbibin, bi xwe jî zanin ku wê winda bikin weke Erdogan. Ji ber ku di hilbijartinên Tirkiyeyê de encam ji bo xwe derxistine. Dibînin ku eger hilbijartin pêk were wê winda bikin, wê ji desthilatdariyê bikeve, wê gelek tiştan winda bikin. Naxwazin ku wan îmkanên di destê xwe de winda bikin. Li holê hikumeteke Başûr nîne. Bi navê hikumetê mala Barzanî hikum dikin. Her tişt xistine xizmeta xwe. Talaneke mezin çêdikin. Çawa AKP li Bakur, li Tirkiyeyê talanê dike, xwe dewlemend dike Barzanî jî talaneke mezin dikin. Bi milyaran pereyên xwe hene. Li Amerîka, li Xalîç cihê xwe hene, vîlayên xwe hene, di bankayan de milyarên xwe hene. Vêya hinekî tînin zimên jî. Niha li Başûr gel birçî ye, birçîbûn zêde dibe. Lê belê mala Barzanî jî her ku diçe dewlemend dibe. Ji ber ku li holê hikumetek nîne, desthilatdariyek nîne, bi temamî desthilatdariya Barzanî ye. Dilê xwe kêfa xwe çi dixwaze wer dikin. Li holê ne qanûn, hiqûq, edalet nîne. Dilê xwe çi dixwaze wê dikin, pêk tînin. Ji bo çi dibêjin bila hilbijartin taloq bibin. Eger rast e vana ji bo Kurdîtiyê têkoşînê dikin, ji bo gelê Başûr têkoşînê dikin, eger demokrat in, azadîxwazin wê demê çima taloq dikin, ji çi ditirsin? Diyar e tirsa xwe hene. Tiştê veşartî hene. Naxwazin ku ew eşkere bibin, naxwazin ku derfetên di destê wan de winda bikin. Ji ber wê dixwazin taloq bikin.‘’
Li bendê ne Tirk li Başûr bi cih bibin
Têkilî sedema taloqkirina hilbijartinê Hevserokê Konseya Rêvber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha domand: ‘’Nabêjin bila hilbijartin nebe, dibêjin bila taloq bibe. Dibêje heta dawiya vê salê. Ji bo çi? Ji ber ku Erdogan çi dibêje? Dibêje li Başûr em ê hîn zêde xwe belav bikin. Vê eşkere dibêje. Diyar e ku bi hev re bernameyekê dimeşînin. Li benda belavbûna leşkerên Tirkiyeyê ne li Başûr. Leşkerên Tirkiyeyê wê hîn zêde belav bibin, wê bikevin nava Başûr wê demê wê derfetên hilbijartinê ji holê rabin, ew ê jî desthilatdariya xwe dewam bikin, dîktatoriya xwe dewam bikin.’’
Pêşmerge ne ji bo Tirkiyê şehîd bûn
Bayik bi berdewamî got,’’Gelê me yê Başûr li Behdînan jî li Soran jî gelekî qurbanî dan. Bi hezaran pêşmerge şehîd bûn. Ev şehadet ne ji bo wê yekê bûn ku Saddam têk bibin û di dewsa Saddam de dewleta Tirkiyeyê bê li Başûr desthilatdariyê bike.’’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî wiha got:’’ Barzanî bi dewleta Tirkiyeyê dixwaze statuya Başûr ji holê rake. Yê ku statuyê diparêze PKK ye. PKK ji bo vê qurbaniyan dide. Ne tenê ji bo Başûr, ji bo tevahiya Iraqê gelek qurban da, têkoşiya. Her kes bi vê zane. Hinek hene dibêjin Barzanî ne xayîn e. Ewqas şehîdên xwe hene. Pêşmerge ne ku Barzanî, PDK têkevin xizmetên Tirkiyeyê, Başûr jî bikin wîlayeteke dewleta Tirkiyeyê şehîd ketin. ‘’BEHDÎNAN