- Baweşênkên destan di çanda Çîn û Japonyayê de xwedî cihekî taybet e. Lê ew ne tenê di minyatur û resmên kevin ên vê çandê de weke amûreke xwe hînikkirinê cihê xwe digire.
Baweşênkên destan di çanda Çîn û Japonyayê de xwedî cihekî taybet e. Lê ew ne tenê di minyatur û resmên kevin ên vê çandê de weke amûreke xwe hînikkirinê cihê xwe digire. Wekî din, ew ne tenê xemlek e modeyê ye jî. Ji ber xemilandina wê bi reng û xêzên hunerî, ew ne tenê berhemeke hunerî ye jî.
Li Japonaya kevin ew sîleheke kujer a samurayan jî bû. Li cihê ku samurayan nekarî bi şûr, tîrûkevan û rimên xwe bikevinê, baweşênka wan sîleheke xweparastinê bû. Lê ew di rewşa şer û teradê de weke sîleheke êrişê jî hatiye bikaranîn.
Baweşênkên destan li Japonyayê di sedsala 6´an de di destê arîstokratan de hebûn. Yanî li dîwan û qesrên mîran "Sensu"
(baweşênk) weke markeyekê bûn. Jixwe di sedsala 13´an de Japoniyan ev baweşênkên destan firotin Çînê û Çînê jî ev baweşênk wê bigihiştana Fransayê.