
- Cuma Xelîl ango Bavê Teyar li hemberî siyasetên rejîma Baas ên li dijî Kurdan sekinî û ji aliyê dijminê gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdkirin. Bavê Teyar di xebata xwe ya herî dawî de bal kişandibû ser girîngiya welat û parastina wê.
Şanogerê Kurd Cuma Xelîl bi nasnavê ‘Bavê Teyar’ ku li Kurdistanê pir tê naskirin, di van 30 salên borî de ken li ser rûyê Kurdan nexişand. Wî zimanê komedî hilbijart û bi şanoyên xwe derd û êşên Kurdan nîşan dan.
Bavê Teyar di xaniyekî bi heriyê hatiye avakirin de mezin dibe, di sala 1961’an de li taxa Enteriyê ya Qamişlo, di malbateke welatparêz de tê dinê. Zewicî bû û şeş keç û du kurên wî hene. Bavê Teyar birayê şehîd Abas Îbrahîme û bavê têkoşer Acare, ku gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û di zindanên dewleta Tirk a dagirker de ye.
Ji ber xizaniyê neçar dimîne ku dibistana seretayî berde û ji bo kar berê xwe dide Şamê û piştre Lîbyayê.
Pirsgirêkên civakî û siyasî yên Kurdan nîşan dida
Bavê Teyar di 1987’an de bi Koma Botan re ket nava hunerê û skêçên komedî yên gelêrî yên ji rastiya jiyana rojane ya çanda Kurdên li Sûriyeyê kişandin. Bavê Teyar di berhemên xwe de hest, çand, cilûberg û pirsgirêkên civakî û siyasî yên Kurdan nîşan dida.
Bavê Teyar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Esed ve gelek caran tê astengkirin û êşkencekirin, lê dîsa jî dev ji doza xwe ya komediya gelêrî berneda.
Kurdên li Sûriyeyê jî her tim rastî qirkirina çandî û siyasî dihatin. Vê jî hişt rewşa Kurdan zehmetir bibe û çand û hunera wan were qedexekirin.
Bavê Teyar di jiyana xwe de zêdetirî 50 berhemên dîtbar wekî fîlm, dîmen û vîdyo li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê kişandin. Koma Bavê Teyar a şano, muzîk û fîlmên Kurdî di 2001’an de hat damezirandin û bû xwedî nav û deng.
Li gel xebatên hunerî, xaka xwe jî diparast
Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re Bavê Teyar di mala xwe de yekemîn komên Asayîşê ku niha wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava dike. Bavê Teyar ji 2011 heta 2017’an ve di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digire. Piştre, ji 2017’an ve heta dema şehadetê, di Çileya 2025’an de, tevlî Koma Serdem a Hêzên Xweparastinê dibe.
Her wiha ji ber zextên rejîma Baasˋê li dijî Bavê Teyar û koma wî ya şanogeriyê, nikarî şanoyeên xwe li ser dikên şanoya Sûriyeyê pêşkêş bikin. Şano di çalakiyên neteweyî, navbera tax û gundewarên kantona Cizîrê de bi awayekî nepenî dihatin pêşkêşkirin. Lê ji ber zextên zêde yên hikumeta Baasˋê pirî caran neçar dibû ku hin guhertinan di nivîsên xwe de çêke.
Li kêlek şano û kurtefîlman, Bavê Teyar ji bo piştgiriya têkoşerên gelê Kurd û Kurdistanê beşdarî gelek kampanyayan bûbû.
Bavê Teyar bi rêya şanoyên xwe bal dikişand ser xem û êşên gelê Kurd û Kurdistanê. Piştî Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋyan di xizmeta şanogeriya Kurdî û Kurdistanî de xebitî. Di piranî xebatên xwe de girîngî da perwerdeya bi zimanê dayîkê, parastina maf, xurtkirina rêxistinbûyîna parastinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bandorên rejîmên dîktator.
‘Qelenê azadiya welat girane’
Bavê Teyar di xebata xwe ya dawî de bal kişand ser girîngiya welat û parastina wê û got: “Qelenê azadiya welatiyan giran e û divê em ji wê yekê re amade bin.” Bavê Teyar di hunera Kurdî û Kurdistanî de bi taybet şanogeriya Kurdistanî de gelek xebatên hunerî zêde kirin.
Bavê Teyar di her tiştî de pêşeng bû; di kar û têkoşîna xwe de. Bavê Teyar îsrar kir ku tev li nobedarên li Bendava Tişrînê bibe. Ji ber wê di 17ˋê Çileyê de tevî karwana welatiyên kantona Cizîrê berê xwe dabû bendavê. Di dema li ser Bendava Berxwedanê de bû, moralên welatiyan bilind dikir û di axaftina xwe ya ji ragihandinê re gotibû Bendava Tişrînê Bendava Berxwedanê ye û ji bo wî, li Bendavê be û di nava gelê xwe de serbilindiyeke mezine. Wek bi xwe gotibû: “Çûna li Bendava Tişrînê têkoşîneke nîştimanî ye.”
Di 18ˋê Çileyê de balafirên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribûn. Di encamê de 5 welatî şehîd bûn û 21 welatî di nav de Bavê Teyar birîndar bûbûn. Bavê Teyar rakirin nexweşxaneyeke Tebqayê, lê tevî hewldanên bijîşkî jî ew danê nîvro ya 19ˋê Çileyê gihîşt asta şehadetê. Şehîdbûna şanogerê Kurdistanî di 18’ê Çileya 2025’an de û hedefgirtina wî ya bi zanabûn, trajediya Kurdî ya bi tundî û kuştin û êşkencekirinê ve girêdayî, dîsa derdixe holê.
Kurdan di 100 salên dawîn de serî netewand. Ev trajedî wan ji doza wan venaqetîne. Bavê Teyar li hemberî siyasetên rejîma Baas ên li dijî Kurdan sekinî û ji aliyê dijminê gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdkirin.
Bavê Teyar ku bi deh salan ken li ser rûyê gelê Kurd xêz dikir, bi çûna xwe berhemên xwe yên komedî û giranbuha veguhest nîşanên serbilindiya malbata xwe û gelê Kurd.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN







