Li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, partiya Swîsreyî BastA, li bajarê Baselê çalakiyeke piştevaniyê li dar xist û peyama 'Em jî HDP'î ne' da. 

Partiya Swîsreyî BastA li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Baselê bi çalakiyekê peyama 'Em jî HDP'î ne' da.

Çalakî li ser banga Sekretera Partiya BastA'yê Franziska Stier ji aliyê Koma Baselê ya Partiya BastA´yê ve hate lidarxistin û nivîskar-rojnamevan Kerem Schamberger li ser dîroka Kurd û Kurdistanê di dema çalakiyê de gotarek pêşkêş kir.

Siyasetvana Kurd Leyla Îmret jî bi navê HDP'ê, têkildarî êrişên qirkirina siyasî û têkoşîna HDP'ê ya li dijî êrişan hevpeyvînek kir. Di çalakiyê de dokumantera bi navê "Dil Leyla" hate nîşandan ku tê de qala şert û mercên zehmet ên dema Hevşaredariya Leyla Îmret li Şaredariya Cizîrê dikir.

BASEL