- 35 malbatên ji Sûrî amadekariyên derketina ji kampa Holê dikin ku dê berê xwe bidin bajarê Reqayê û gundewarên wê.
35 malbatên ji Sûrî amadekariyên derketina ji kampa Holê dikin ku dê berê xwe bidin bajarê Reqayê û gundewarên wê. Ev beşa yekemîn e ji kampê derdikeve û di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de ev yek dibe.
Li gorî agahiyên ji kampa Holê hatine bidestixistin, 35 malbatên ji Sûrî ku 117 nefs in, li qadeke kampê ya nêzî deriyê ketinê yê sereke kom bûne û xwe ji bo derketinê amade dikin.
Gava me nûçeya xwe amade dikir, çav li rê bû malbat ber bi Reqayê û gundewarên wê ve bi rê kevin.
Beriya bi çendekê, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Kampa Holê ji ANHA´yê re gotibû, rêveberiya kampê amadekariyên derxista malbatên ji Sûrî dike û ew ê beşa yekemîn di nav vê hefteyê de derxe.
Rêveberiya Xweser 10`ê Cotmehê, têkildarî derxistina malbatên ji Sûrî yên koçber ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, biryarek derixistibû. Ev biryar li gorî civîna ku 5`ê Cotmeha 2020`an di navbera Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de hatibû dayîn.
Malbatên Sûrî yên li kampê 2 qism in; beşek dixwaze ji kampê derkeve, beşa mezin jî ji ber sedemên ewlehiyê naxwaze ji kampê derkeve.
Li gorî serjimariya herî dawî ya Rêveberiya Kampa Holê, li kampê 17 hezar û 693 malbat, bi giştî 64 hezar û 373 nefs dimînin ku ji wan 6 hezar û 706 malbatên ji Sûrî ne û 24 hezar û 223 nefs in.
ANHA/REQA