- Aktivîsta TJA’yê Emîne Înan têkildarî tecrîd, komloya navneteweyî û mîtînga ku wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin got,” Ji bo rêveberina têkoşîneke hevpar jî ev mîtîng girîng e. Bila her kes tevli mîtînga 13’ê Cotmehê bibin. Ji ber ku ev pêvajoyeke girîng e û man û nemana gelê Kurd di rojevê de ye.”
ROZA METÎNA/AMED
12’ê Îlonê salvegera darbeye de Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê derbarê tecrîd û komploya navneteweyî de deklerasyonek bi raya giştî re parve kir. Di vê deklerasyonê de hat diyarkirin ku wê ji 12’ê Îlonê heta 13’ê Cotmehê çalakiyên li dijî tecrîd û komploya navneteweyî bê lidarxistin û di 13’ê Cotmehê de jî wê li Amedê mîtîng bê lidarixstin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan têkildarî tecrîd, komploya navneteweyî û mîtînga di 13’ê Cotmehê de wê li Amedê bê lidarxistin axivî.
Emîne tecrîda giran a li ser Ocalan bi bîr xist û got, tecrîd di kesayata Ocalan de tesîra xwe li ser jinan û civakê dike. Emîne got,’’Ev tecrîd ji bo fetisandina fikir û ramanên Abdullah Ocalan e. Her wiha dixwazin bi tecrîdê ev fikir û raman negihêje civakê. Loma tecrîd bêtir tê girankirin.”
Armanc fetisandina civakê ye
Bi domdarî Emîne rola welatan a di komploya navnetewî de bi bîr xist, diyar kir mafê her girtîyî heye ku malbat û parêzerên xwe bibîne lê ji mêj ve ye tecrîd li ser hemû girtîgehan hatiye danîn û ev tecrîd bi komploya navnetewî ve girêda, ku 1998’an li Sûriyê vê komployê dest pê kir. Emîne diyar kir armanca komployê ew e ku civakê bifetisînin û got,’’Birêz Ocalan jî li dijî vê hişmendiyê têdikoşe. Li dijî vê hişmendiyê jiyana azad û demokratîk pêşkêş dike. Loma jî dibe hedef. Komploya navneteweyî bi vê yekê jî girêdayîye. Serê vê komployê Emerîka kişand û gelek welatan tê de rola xwe lîstin.”
Komplo hate pûçkirin
Derheqê armanca komployê Emîne diyar kir bi teslîmkirina Ocalan peyama înkar û îmhakirina Kurdan hatiye dayin û got,’’Komploya navneteweyî bi têkoşîna jinên kurd, bi têkoşîna gelê Kurd û dostên hate pûçkirin. Xwestin bi komployê gel bê fikir û bê hişmendî bimîne. Lê belê jinên Kurd û gelê Kurd fikir û ramana jiyaneke azad li her derê sazkar dikin û didin jiyîn. Li dijî xwesteka rizandina civakê wan têkoşîna xwe dewam kirin.’’
Mekanîzmaya tinekirinê xurttir kirin
Emîne diyar kir bi komployê re li Tirkiyê kaosek çêbûye, ev kaos û qeyran hê jî didome û got,’’ Mekanîzmayên tunekirina Kurdan piştî komployê hîn bêtir xistin meriyetê.”
Çalakiyên dijî tecrîdê girîng in
Emîne çalakiyên dijî tecrîdê ya li ser Ocalan ku bi çarçoweya Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareseriya siyasî’’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kirin û hê jî didomin bi bîr xist, destnîşan kir jinên Kurd, gelê Kurdan û dostên Kurdan pêşengî li van çalakiyan kirine û diyar kir ev çalakiyên bi armanca şikandina tecrîdê girîng in.
Banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê
Emîne herî dawî bi bîr xist ku 13’ê Cotmehê wê ‘Mîtînga Azadiyê’ li Amedê were derxistin, banga tevlêbûna li mîtîngê kir û got,’’Di 13’ê Cotmehê de jî wê li dijî tecrîda li zindanan û têkildarî komploya navneteweyî li Amedê mîtîng bê lidarxistin. Ev mîtîng gelekî girîng e. Wê di vê mîtîngê de dîsa daxwsaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û çareseriya meseleya Kurd bê kirin. Ji bo rêveberina têkoşîneke hevpar jî ev mîtîng girîng e. Bila her kes tevli mîtînga 13’ê Cotmehê bibin. Ji ber ev pêvajoyeke girîng e û hebûn û tunebûna Gelê Kurd di rojevê de ye. Gelê Kurd ne mecbûrî vê jiyana koletiyê û tehekumkariyê ye. Loma ji bo parastina nasnameya gelê Kurd û pûçkirina komployê em hemû kesî vedixwînin qada mîtîngê. Em bi hev re bi têkoşîna xwe bersivê bidin komploya navneteweyî.”