- Li dijî şirketa Rotax a Awusturyayî xwepêşandan dihatin plankirin ji ber ku ew motoran difiroşe Tirkiyeyê ji bo dronên wê yên bi sîleh. Şirketê niha da zanîn ku wê firotina van sîlehan ber bi Tirkiye û Îranê ve rawestandiye.
Dronên bi sîleh ên Tirkan û Îraniyan bê motor man; şirketa ku motor difirotin wan a bi navê Rotaxê da zanîn ku wê firotina van motoran ber bi van welatan ve rawestandiye.
Beriya çendekê çalakgerên civaka sivîl dan zanîn ku ew ê li bajarê Gunskirchenê yê nêzî Welsê li Awusturyayê, 5´ê Mijdarê çalakiyekê bikin li dijî şirketa Rotax. Ev şirket motoran çêdike ji dronên bi sîleh ên dewleta Tirk ên bi navê TB2 re. Dewleta Tirk van dronên bi sîleh hem li dijî Başûrê Kurdistanê, hem li dijî Rojavayê Kurdistanê û hem jî li dijî Bakurê Kurdistanê bi kar tîne. Herî dawî wê ev dron dane Azerbeycanê û ew jî van dronan li dijî Ermenistan û Qerebaxê bi kar tîne.
Xwepêşandêran wê bixwesta ku firotina van motoran ber bi Tirkiyeyê ve bê rawestandin. Ev daxwaza wan beriya xwepêşandanê pêk hat. Rotaxê da zanîn ku wan frotina motorên ji bo balefiran sekinandiye ber bi "Welatên bikaranîn [-a motoran] li wan nediyar e". Gava rojnameya Awusturyayî Der Standardê ji şirketê pirsî, wê piştrast kir. Şirket bi vê yekê bi ya pîvanên xwediyê xwe yê Kanadayî yanî Şirketa Bombardier dike.
Der Standardê zext li ser sîlehfiroşan çêkir
Li Kanadayê ji ber bikaranîna motorên Rotaxê di dronên bi sîleh ên dewleta Tirk de û bikaranîna van dronan di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de zext li Şirketa Bombardier bûbû. Ev yek nexasim bi nûçeyeke beriya niha ya rojnameya awusturyayî Der Standardê derketibû holê. Şirketa Bombardier bi xwe jî daxuyaniyek da û got, ew jî lêdikole ka wê ji niha û pê ve çawa bike.
Doronên Tirkan û Îraniyan
Bi vê rawestandina firotina motoran, hem dronên dewleta Tirk û hem jî yên Îranê wê derbê bixwin, ji ber ku "Schahed 129“ên Îranê jî bi motorên Rotax-914 difirin. Heta niha Rotaxê û xwediyê wê Bombardier, serê xwe zêde ji rexneyan nediêşandin ji ber ku wan motorên xwe di ser Îtalyayê re difirotin. Yanî wan yekser motor nedifirotin hilberînerên dronan.
Bi ser halan de jî, şirketê pêdivî pê nedîtiye destûrê ji bo firotina motorên xwe wergire. Wezareta Aboriyê ya Awusturyayê jî dibêje, ne lazim e, ji ber ku motor ne tenê ji bo balefirên eskerî ye. Ji ber wê jî neketiye ber biryara parlamena Awusrturyayê ya sala 2016´an a nefirotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve.
Motorên komkujer weke sîleh nabînin
Parlamenteran hingê êrişên li dijî sivîlên Kurd, êrişên li dijî demokrasî û dewleta hiqûqê weke sedema vê biryara nefirotina sîlehan nîşan dabû. Lê belê tevî vê biryarê jî, hikûmet difikire ku ew nikare firotina motorên Rotaxê qedexe bike; bi ya wê tenê sîleh, tiştên dikarin tenê ji bo sîlehan bên bikaranîn yan jî fonksiyona wan wisa bê guherandin, dikarin bên qedexekirin. Yanî hikûmet van motorên ku delweta Tirk bi wan komkujiyan dike, weke sîleh nabîne. Axir, di encama zexta civakî de Bombardier biryar da ku ji Rotaxê bixwaze van motoran êdî nefiroşe dewleta Tirk û ya Îranê.
Heger çalakiya 5´ê Mijdarê jî bibe û xelk bi dengekî bilind li ber çekdarîkirina dewleta Tirk rabe, ji bo Bombardierê jî û ji bo Rotaxê jî wê zehmet be ji biryara xwe vegerin.
VIYANA