• Tifaqa navnetweyî ji bo parastina maf û azadiyan ya li Fransayê jî doza azadiya parêzerên li Tirkiyeyê di hepsê de di greva birçîbûnê de kir.

Tifaqa navnetweyî ji bo parastina maf û azadiyan (AIDL) ya li Fransayê jî doza azadiya parêzerên li Tirkiyeyê di hepsê de di greva birçîbûnê de kir. Wê bi daxuyaniyekê got, ”Em jiyanê rizgar bikin û bergiryiya azadiya du parêzerên di greva birçîbûnê de bikin.”
Tifaqê bi bîr xist ku Nîsana bihurî sûcdarên adî yên ji ber sûcên destavêtin û kuştinê cezaxwarî li Tirkiyeyê ketin ber efûyekê û ji ber wê du parêzeran biryar da ku greva birçîbûnê heta bi mirinê (ji bo rojiya mirinê) bidin destpêkirin. Ew behsa Ebru Timtik û Aytaç Unsal dike ku îro roja 225´an a rojiya wan a mirinê ye. Tifaqa AIDL doza azadkirina her du parêzeran dike. AIDL´ê ji bo vê piştgiriya xwe çalakiyek jî li Parîsê organîze kir. n PARÎS